‘Daxuyaniya Nesrellah diyar dike ku tu biryar nehatine dayîn’

Raya giştî li benda bersivdayîna Îran û Hizbullahê ya li hemberî hedefgirtina Îsmaîl Heniye û Fuad Şukir in. Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Lubnanê diyar kir ku daxuyaniya dawîn a Nesrellah zelal e û tê wateya ku heta niha tu biryar nehatine dayîn.

‘Daxuyaniya Nesrellah diyar dike ku tu biryar nehatine dayîn’
10 tebax 2024   09:29
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Di operayonên Îsraîlê de de Fuad Şukir li herêmên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê û Îsmaîl Heniye jî li Tehranê hatibûn kuştin.

Bê guman li hemberî bûyerên ku qewimîne bertekên siyasî derdikevin, nexasim têkildarî bersivdayîneke Îranê û hevkarên wê yên li herêmê.

Rêveberê Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Lubnanê Hesan Qeteb têkildarî mijarê ji ajansa me re got: "Heta niha piştî zêdetirî hefteyekê ji wê bûyerê, me tu bersivên cidî ji bilî aloziyên klasîk ên ji 10 mehan ve li başûrê Lubnanê, nedîtin. Ji ber wê jî Îran ji bo bersivdayînê plan dike û dibêje ku bersiva wê dê cidî û plankirî be."

Qeteb diyar kir ku heta niha li gorî rewşa heyî Hizbullah û Îran bi hedefgirtina Heniye û Fuad Şukir re bi paş ket û guhertineke mezin di şerê di navbera Îran û hevkarên wê û Îsraîlê de çêkir; ji ber ku ev êriş têkildarî ewlekariya niştîmanî ya Îranê ye û diyar dike ku lewaziyeke mezin a ewlekariyê heye.

BERSIVA ÎRANÊ Û SENARYOYÊN ŞERÊ HERÊMÎ

Qeteb destnîşan kir ku Îran û hevkarên wê baş dizanin ku bi destekdayîna mezin a Amerîkayê ya ji Îsraîlê re û hemwextî hebûna xurt a hêzên Amerîkayê li Deryayê Spî û hebûna baregehên Amerîkayê li herêmê, çi bersivdayînek hebe, ew ê şerekî herêmî derxe. Di encamê de jî Îran dê di aliyê stratejîk de bi paş bikeve û êdî nikare heta gelek salên din rewşa xwe wekî berê bike.

Qeteb diyar kir ku eger Îran bersivê nede dê baweriya gelê Îranê û ya hevkarên xwe ji dest bide, nexasim ku berê xwe wek hêzeke mezin a ku nayê têkbirin nîşan dida û ji xwe re propaganda dikir.

‘DAXUYANIYA NESRELLAH JI SENARYOYA ŞEREKÎ BERFIREH DÛR E’

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah di daxuyaniya xwe ya dawîn de bi zelalî diyar kir ku biryara şerekî berfireh biryareke zehmet e û pêwistiya wê bi plankirin û lêvegerê heye.

Qeteb wiha domand: "Nesrellah ji gefên êrişkirina Celîlê û nimêjkirina di Eqsayê de, êdî di daxuyaniyên xwe de tenê armanca xwe wek rêgirtina li ber serkeftina Îsraîlê pênase dike."

Qeteb diyar kir ku derengbûna bersivdayînê bi xwe bersivdayîneke derûnî ye. Ev jî li xweşiya alîgirên Îranê naçe û got: "Ji ber wê jî biryara destpêkirina şer dê ji aliyê Îsraîlê ve were dayîn, bêyî ku girîngiyê bide bersivdayîna Hizbullahê ya li hemberî hedefgirtinan; ji ber ku Îsraîl ji ber hebûna xurt a hêzên Amerîkayê û destekdayîna Amerîkayê ji wê re, pişta xwe xurt dike."

‘HEMASÊ BI HILBIJARTINA YEHYA EL SENWAR HÊZA XWE ZÊDE KIR’

Têkildarî hilbijartina Yehya El Senwar wek serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê piştî Îsmaîl Heniye, Qeteb diyar kir ku ev biryar ji nişka ve bû û israra Hemasê ya domandina şerê li dijî Îsraîlê nîşan da. Ji ber ku Senwar li ba Îsraîl, Amerîka û hin welatên rojavayî tê xwestin.

Qeteb wiha lê zêde kir: "Ev jî tê wateya ku Senwar nikare wekî Heniye ji bo peydakirina çareseriyan li welatan bigere. Senwar li Xezayê ye û nikare derkeve û ew armanca yekemîn a Îsraîlê ye. Lê belê em dikarin bibêjin ku Senwar şer û aştî bi hev re civandin. Her wiha berpirsyariya ewlekarî û siyasî jî li ba wî ye. Ev jî dihêle şer û alozî gurtir bibe."

(mh)

ANHA