Di rojnameyên erebî de rewşa Sûdan û Filistînê

Rojnameyên erebî diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn nikarin li gorî geşedanên siyasî û guhertinên berdewam ên hikumetê pozîsyoneke nû bigirin.

Di rojnameyên erebî de rewşa Sûdan û Filistînê
10 tebax 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û astengiyên li pêşiya Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên Sûdanê, di rojevên îro yên rojnameyên erebî de manşetên sereke ne.

Rojnameya El Xelîc têkildarî Filistînê gotarek bi sernavê "Li Difaya Xerbî şerekî din" weşand. Di gotarê de hate diyarkirin ku Îsraîlê bi deh hezaran îsraîlî bi çek kirin û rê li pêşiya wan vekir da ku "herêmên filistîniyan bişewitînin û tarûmar bikin". Hate destnîşankirin ji bo avakirina 5 mêtingehên din an jî bi hezaran yekîneyên niştecihbûnê li Dîfa Xerbiye, erêkirin çêbûye.

Di gotarê de hate diyarkirin ku Îsraîl xwe di ser qanûnên navneteweyî re dibîne û hat bibîrxistin ku "Îsraîlê piştî 7`ê Cotmehê hewl da şiyanên desthilata Filistînê qels bike, fînanseyê li ser bibire, ji her alî ve wan tengav bike."

Di gotarê de ji bo Til Avîvê "Vebijêrkên aştiyane û Peymana Osloyê" wek hibra li ser kaxezê hatin wesifandin. Îşaret pê hate kirin ku gelê filistînî, têk neçû lê dîsa jî "pêwîstiya wî bi destwerdaneke derve heye ji bo ku sûcên Îsraîlê rawestin. Heke wisa nebû jî wê demê nirxên ku hêzên navneteweyî û herêmî propagandaya wê dikin, li hember hovîtiya Îsraîlê tenê dê wek hibra li ser kaxezê be".

Têkildarî Sûdanê jî rojnameya El Ereb nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku hêviyên siyasî yên Hêzên Piştevaniya Lezgîn bandorê li biryarên leşkerî û nêzîkatiyên stratejîk ên bihêz dikin. Her wiha hate destnîşankirin ku dibe bi guhertinên nepêşbinîkirî di rewşa siyasî ya Sûdanê de encam bidin û bêîstiqrariyê zêdetir bikin.

Li gorî rojnameyê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn pişta xwe didin jêderên finanseyê yên ku têne guhertin û ev yek jî bandorê li kapasîteya wê ya restorekirin, perwerdekirin û çekdariyê dikin û di encamê de rewşa wê aloztir dike.

Rojnameyê diyar kir ku pêşbaziya Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li hemberî artêşa fermî ya Sûdanê jî aloziya ewlehiyê mezintir dike.

(şx-bb)