Li Kobanê berhevkirina fistiqan dest pê kir
Cotkarên kantona Firatê dest bi berhevkirina fistiqan kir.
Li kantonên Firat, Minbic û Efrîn û Şehbayê bi hezaran darên fistiqên helebî hene.
Li gundê Eseliye yê Minbicê bi tenê nêzî 650 hektar zevî bi darên fistiqan hatine çandin. Berhema salane nêzî 250 hezar ton e.
Cotkara bi navê Leyla Xelîl a ji gundê Bûbanê yê Kobanê, têkildarî fistiqan ji ajansa me re axivî û got: "Temenê darên me 40 sal e. Çandina daran gelekî baş e û li gund bi ser ketiye. Wê îsal berhem baş be."
Darên fistiqan, tenê piştî 8-10 salan berhemê didin. Heta 4 salan tê aşlekirin, piştî aşlekirinê bi 4 salan hilberandin dest pê dike lê kêm e, dûre bi zêdebûna temenê darê re berhem jî zêde dibe.
Her wiha Leylayê destnîşan kir fistiq îsal bi 2 dolar û 25 centan tê frotin. Sala borî bi 3 dolaran bû.
)şx)
ANHA