Rojnamevan Silêman Ehmed 291 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnews`ê Silêman Ehmed 291 roj e ji aliyê PDK’ê ve tê girtin. Rojnamevan Silêman piştî 279 rojan hate dadgehkirin û PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Rojnamevan Silêman Ehmed 291 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin
10 tebax 2024   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK’ê edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews`ê Silêman Ehmed ji 290 rojan ve girtiye. Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê 29`ê Tîrmehê bê delîl û bi tawanên nerast 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman birî.

Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek a yasaya hejmar 21 a sala 2003’ê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybet a têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku biryara li dijî Silêman hatiye stendin, ne rewa ye û li dijî pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan e û divê demildest serbest were berdan.

Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamevanan a amerîkî, Navenda Azadiya Rojnamegeriyê, Yekitiya Ragihandina Jin, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ev biryar şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.