YE bersiv da dosyaya TAJÊ ya ji bo darizandina PDK’ê

TAJÊ beriya salvegera fermana 74’an ji bo darizandina PDK’ê û hemî berpirsên fermanê dosya û nameyek ji gelek cihan re şandibû. Yekitiya Awrupayê bersiv da TAJÊ û diyar kir ku belge û nerînên di dosyayê de hatine pêşkeşkirin gelek bi qîmetin.

YE bersiv da dosyaya TAJÊ ya ji bo darizandina PDK’ê
10 tebax 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hatina 10’emîn ya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo darizandina PDK’ê û berpirsên fermana 74’an a li ser civaka Êzidî pêk hat, dosyayek li ser kiryarên PDK’ê amade kiribû, ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Awropayê, Serokwezôrê Iraqê Sudanî û Wezirê Karên Derve yê Almanyayê re şandibû.

Berfirehiya nameya bersivdanê ya Yekitiya Awrupayê wiha ye:

“JİN Û MÊRÊN Bİ RÊZ,

Spas ji bo name û parvekirina rapora berfireh li ser bûyerên trajîk ên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî hat kirin.

Yekitiya Awropayê tundiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin, bi tundî şermezar kir. Wek piştgirek demdirêj a maf û parastina civaka Êzidî, YE ku her dem ji bo mafên civaka Êzidî werin parastin hewl dida, ji bo teşwîqkirina hesabpirsîna hovîtiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin ji hewldanên navneteweyî re pêşengiyê dike.

Li kêleka nameya we me dosyaya ku şandiye jî girt. Agahî û nêrînên ku we pêşkêş kirine gelek bi qîmet in. Dema Nûnertiya Pewendiyên Parlamentoya Ewropayê ya Iraqê (D-IQ) hat avakirin, em ê tavilê name û dosyaya we ji bo nirxandinê ji serokê nû yê were hilbijartin re, bişînin.”