Artêşa Îsraîlê komkujiyeke din li Xezayê pêk anî
Artêşa Îsraîlê komkujiyeke din li Xezayê pêk anî. Zêdetirî 100 kes hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê taxa Derec a li rojhilatê bajarê Xezayê bombebaran kir.
WAFA’yê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li taxa Derecê dibistana Tabîn ku koçber lê dimînin, bombebaran kir û di encama bombebaranê de zêdetirî 100 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku komkujî dema welatiyan nimêja sibê dikir, pêk hatiye.
(bb)