Kongra Star: Divê hesab ji berpirsên komkujiya Dêrazorê bêpirsin

Kongra Star bang li civata navneteweyî kir ku hesab ji berpirsên komkujiya li Dêrazorê bipirsin. Meclisa Kongra Star diyar kir ku êrişên hêzên Şamê rê li ber vejandina DAIŞ’ê vedike.

Kongra Star: Divê hesab ji berpirsên komkujiya Dêrazorê bêpirsin
10 tebax 2024   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û koma "Dîfa El Wetenî" ev 3 roj e êrişî gundewarên rojhilatê Dêrazorê dikin. Duh sibehê li gundên Dehla û Cedîdet Begara komkujiyek pêk anîn. Di encamê de bi piranî jin û zarok, 11 kes şehîd bûn.

Meclisa Kongra Star têkildarî komkujiyê û êrişên hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrixstin ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê “Dîfa El Wetenî” par jî bi armanca têkbirina aramiya Dêrazorê êriş kiribûn, lê bi saya hevgirtina gel û piştgiriya wan a bi QSD’ê re êriş hat têkbirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên hikumeta Şamê yên li ser herêmê rê li ber êriş, xurtkirin û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Dêrazorê bi tundî hat şermezarkirin, ji malbatên şehîdên komkujiyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hat xwestin.

Di daxuyaniyê de banga li raya giştî, civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan hat kirin ku li hember vê komkujiyê xwedî helwest bin û hesab ji berpirsyarên wê bipirsin.

Her wiha bang li jin û ciwanan hat kirin ku li hemberî "van komkujî û ferzkirinên çetewarî yên ku aramiya heremê xirab dikin, azadiya jinan, pirrengî û demokrasiyê tehdît dikin, bê deng nemînin û bibin xwedî helwest."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em di baweriyê de ne ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve dê li hember vê êrişê bêdeng nemîne. Êrişî dê vîna vî gelî neşikîne. Bervojaî wê dê helwest û bertekên wan xurtir û zêdetir bike."

Banga xwedîderketina li QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiyê hat kirin û hate gotin: "Bi tundî helwestê raberî van êrişên hovane û çetewarî yên hikumeta Şamê bidin."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê jî hat kirin ku "dev ji van helwestên xwe yên çetawarî û hevkariya xwe ya bi hikumeta AKP’ê re berde; ji ber ku dewleta Tirk tu carî aramiya heremê nexwestiye û ji bo xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne, aramiya heremê kiriye bin xetereyê.”

(bb)

ANHA