Daxuyaniya Mezlûm Ebdî û avakirina hikûmeta Lubnanê mijarên rojnameyên erebî bûn

Tirkiyeyê hewl dide di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam de aloziyê derxîne ku bi hev re şer bikin. Çavdêrên karûbarên Lubnanê jî di wê baweriyê de ne ku hikûmetê dê di rojên pêş de were avakirin.

Daxuyaniya Mezlûm Ebdî û avakirina hikûmeta Lubnanê mijarên rojnameyên erebî bûn
29 ÇILE, 2025   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro behsa daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û têkiliyên QSD`ê bi Heyet Tehrîr El Şam re kirin, her wiha der barê derengxistina avakirina hikûmeta Lubnanê de nivîsîn.

QSD`Ê "ALIYEK SÊYEMÎN" TAWANBAR DIKE KU DIXWZE DI NAVBERA WAN Û ŞAMÊ PEVÇÛNAN DERXÎNE

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî nivîsî. Rojnameyê nivîsî ku Ebdî ji ajansa ANHA`ê re  gotiye: "Aliyekî sêyemîn û hin aliyên herêmî û hin welat bi dijwarî hewl didin ku di navbera hêzên wî û "Rêveberiya Operasyonan" de şer derxînin. Ebdî anî ziman ku her kes bi vê yekê dizane û QSD, Heyet Tehrîr El Şam û hêzên navneteweyî dixwazin dikin ku diyalog û projeyek niştimanî hebe û şer venegere. "

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku rêveberiya nû li Sûriyeyê naxwaze bikeve pevçûnekê bi QSD`ê re, ji ber ku dibîne ku ev yek dikare wê bike nava arîşeyeke bi civaka navdewletî re, bi taybetî Amerîkayê. Ji ber rêveberiya nû  di rewşeke hestiyar de ye û hîna jî ji bo rastkirina rewşa navxweyî gelek pirsgirêkên wê hene.

ELXELÎC: HIKÛMETEKE LIBNANÎ DI RÊ DE YE

Rojnameya El Xelîc di gotara xwe ya serekede behsa derengxistina avakirina hikûmeta Lubnanê kir û nivîsî: "Tirs hebû ku aloziyên siyasî derbikevin û rê li ber avakirina hikûmetê bigirin, ji ber agahiyên ku behsa dûrxistina pêkhateya Şîî dikirin, lê belê serokwezîrê destnîşankirî ev mijar çareser kir û piştrast kir ku ew naxwaze ti kesî dûr bixe yan jî bide aliyekî, ji ber ku pergala Lubnanê taybetmendiya xwe heye û tu aliyek dê nikaribe "vetoyê" li ser kesî ferz bike. Bi vî awayî dawî li van tirsan hat û tê texmînkirin ku avakirina hikûmetê hêsan be, lê tevî şêwir û danûstandinên ku Selam li gel bask û aliyên siyasî yên curbicur kirin û tevî ku her kesî ragihand ku ti şert û mercên wan di derbarê dabeşkirina postên wezîran de nînin, lê eşkere bû ku hinek alî hene ji bo hin postên wezîrtiyê bi dest bixin, zextê dikin. "

(k)