Kongra Star komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Kongra Star komkujiyên dewleta Tirk ên li Sarîn, Zergan û Eyn Îsayê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû rêxistinên mafên mirovan weke beşdariya di komkujiyan de tê dîtin. Kongra Star çend daxwaz pêşkêş civaka navneteweyî kirin.

Kongra Star komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
29 ÇILE, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi daxuyaniyê tekez kir ku ev tawanên hovane ne bûyerên takekesî û tesadufî ne, lê belê di çarçoveya rêze binpêkirinên sîstematîk ên berdewam ên dewleta Tirkiyeyê de li dijî gelê Sûriyeyê pêk tên, "Ev kiriyar li dijî hemû pîvan û peymanên navdewletî, bi taybetî zagonên mirovî yên navnetewî n. "

Kongra  Star di rexneyeke zelal der barê bêdengiya navdewletî  nîşan da û wiha got: "Di vê çarçoveyê de em tînîn bîra Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû rêxistinên mafên mirovan ku bêdengiya wan li hember van tawanan weke beşdariya pêkanîna wan tewanan tê dîtin û  êş û azara kesên bêsûc zêde dike, û hevkariyeke ku ji aliyê exlaqî û qanûnî ve nayê qebûlkirin e. "

Kongreya Star ji rawestandina van komkujiyan ji civaka navneteweyî xwest ku "Bilez tevbigere, lêpirsîneke navdewletî ya serbixwe pêk bîne, sizayan li ser Tirkyeyê ferz bike û sivîlan biprêze. "

(k)