Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin

Li Şaredariya bajarê Sêrtê a bakurê Kurdstanê ya DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin.

Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
29 ÇILE, 2025   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. 

Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir.

 Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, ji hevşaredaran re gotin ku qeyûm hatiye tayînkirin.

 Li avahiya şaredariyê ala tirkan hate daliqandin û gel li pêşiya şaredariyê disekine.