Dan û standinên Xezayê û bazara çekan a Îran û Rûsyayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de behsa dan û standinên Xezayê, agahiyên li ser firotina çekam a Îranê ji Rûsyayê re û aloziya Sûdanê kir.

Dan û standinên Xezayê û bazara çekan a Îran û Rûsyayê rojeva rojnameyên erebî ne
21 tebax, 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Agirbesta Xezayê: beriya gera Qahîreyê dan û standin di pêvajoyeke hesas de ne" weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku gelek astengî li pêşiya lihevkirina agirbestê ya li Xezayê hene û Amerîka Hemasê bi derengxistina îmzekirina lihevkirinê tawanbar dike, piştî ku şerê serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu red kir.

Di nûçeyê de rojnameyê cih da nirxandinên hin pisporan ku "metirsiyên astengkirina lihevkirinê ji derfetên biserketina wê zêdetir in" û bi hêvî ne ku dan û standinên Qahîreyê bi ser bikevin.

Li gorî rojnameyê 2 astengiyên sereke hene, ya yekê Îsraîl dixwaze korîdora Philadelphiyê di bin kontrola xwe ya leşkerî de bihêle û ya din ji bo çek ji başûrê Xezayê derbasî bakurê wê nebin, dixwaze mekanîzmayekê ava bike. Lê Hemas van her du daxwazan red dike.

Pisporan hişyarî da ku heke lihevkirin çênebe, Îran û Hizbullah dê êrişî Îsraîlê bikin û dûre dê "aloziyeke nû li herêmê pêk were".

‘AMERÎKA ARTÊŞA SÛDANÊ DEF DIDE DA KU TEV LI DAN Û STANDINAN BIBE’

Der barê aloziya li Sûdanê de rojnameya El Exbar a Lubnanê diyar kir ku hikumeta Sûdanê qebûl kiriye şandeyekê bişîne paytexta Misirê Qahîreyê ji bo ku rêbazên praktîkkirina lihevkirina ‘Gera Ceddayê’ nîqaş bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku beriya wê dan û standinên di navbera hikumetê û şandeya Amerîkayê de bi bin ketin û diviyabû dîsa dan û standinên Cinêvê bihatana çalakkirin, ji ber ku berdewama Gera Ceddayê ne.

Rojnameyê cih da nirxandinên analîzvanên siyasî ku Washington dixwaze têkiliya Qahîreyê bi fermandariya Sûdanê re bi kar bîne, ji bo ku fermandariya Sûdanê tev li dan û standinên Cinêvê bibe. Lê di heman demê de destnîşan kirin ku civînên li Qahîreyê tu têkiliya xwe bi yên Cinêvê re tune ye.

Li gorî pisporan sernavên civînên ku dê li Qahîreyê bên lidarxistin, "xilaskirina lihevkirina Ceddayê ye" û "DYA hewl dide helwesta hikumetê ya li hember dan û standinên Cinêvê biguherîne" ne.

‘ÎRAN ÇAWA SÛDÊ JI HINARTINA MOŞEKÊN BALÎSTÎK JI RÛSYAYÊ RE DIGIRE’

Rojnameya El Ereb El Londoniye cih da raporên çapemeniyê ku Îran amadekariyan dike ku moşekên balistîk ên menzîlkurt ên Feth-360 û Ababîl bişîne Rûsyayê û dest bi perwerdekirina leşkerên Rûs li ser bikaranîna moşekan bike.

Rojnameyê bal kişand ser raporên din ku ji destpêka destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê anku Sibata 2022`yan ve, îdia dikin ku Îran moşekên balîstîk difiroşe Rûsyayê lê rayedarên amerîkî yan jî ukraynayî ev rapor piştrast nekirin. Îran jî vê yekê înkar dike.

Ji bilî navdarbûna moşekên balîstîk ên Îranê, Îran dê îmkanên moşekên Feth-360 û Ababîl di şer de bêtir nas bike û dê sûdê ji guhertinan bigire ku Rûsya di moşekên wê de çêke.

(şx)