Dan û standinên li Sûriyeyê û dosyaya Hizbullahê manşetên rojnameyan in

Dan û standinên di navbera Şam û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dikin, lê her du alî rastî hin astengiyan tên, yek ji wan astengiyan cudahiya di navbera projeya navendî ya Şamê û nêrîna nenavendî ya Rêveberiya Xweser e. Li aliyekî din Amerîka zextê li Lubnanê dike, ku Hizbullah bêçek bike.

Dan û standinên li Sûriyeyê û dosyaya Hizbullahê manşetên rojnameyan in
27 tebax, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro der barê pêvajoya dan û standinên di navbera hikûmeta Şamê û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, mijara bêçekkirina Hizbullahê li Lubnanê, nivîsîn.

DAN Û STANDINÊN SÛRIYEYÊ DI NAVBERA ŞAM Û QSDÊ DE: GELO NÎŞANÊN ÇARESERIYÊ HENE?

Rojnameya El Nehar bal kişand ser dan û standinên berdewam ên li Sûriyeyê. Rojnameyê diyar kir ku sê aliyên têkiliya di navbera hikumeta Şam û Rêveberiya Xweser de hene: ya yekem, cûdahiya bingehîn di navbera projeya Şamê ya dewleta navendî û projeya nenavendî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve tê pêşniyarkirin.

Ya duyemîn, giraniya hêmanên herêmî ye, bi taybetî rola Tirkiyeyê ku dixwaze di warê siyasî, leşkerî û aborî de li ser qada Sûriyeyê desteser be. Li kêlek wê jî hewldanên dewleta Tirk ên kêmkirina bandora aliyên din ên wekî Fransa û Îsraîlê hene.

Ya sêyemîn zextên navneteweyî yên nakok in, ku carinan dibêjin ew ên beramberî parastina kêmneteweyan cezayên li ser Şamê kêm bikin, carna jî zexta ji bo pêkanîna aramiyê dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku rewşa Sûriyeyê hîn jî girêdayî hevsengiyên navxweyî, herêmî û navneteweyî yên tevlihev e, di heman demê de pêvajoya dan û standinan bi awayekî giran bi pêş dikeve, bêyî ku formeke lihevkirinê pêk bê.

Rojnameya El Quds El Erebî jî li ser mijara Sûriyeyê nivîsî û da zanîn ku pêvajoya ber bi azadî û demokrasiyê ve hîna ne temam e, ji ber bêyî hebûna edaleta pêvajoya veguhêz pêvajoyek siyasî bi ser nakeve.

WASHINGTON ZEXTÊ LI LUBNANÊ DIKE KU SOZA XWE YA BÊÇEKKIRINA HIZBULLAHÊ BI CIH BÎNE

Der barê mijara Lubnanê de, rojnameya El Ereb a li Londonê nivîsand ku Washigtonê  ji bo mijara bêçekirina Hizbullahê zexta xwe li ser hikûmeta Lubnanê zêde kiriye. Rojnameyê ev gav wekî guhertinek di helwesta Amerîkyê de nirxand ku dema nadin rayedarên Lubnanê ku mijarê dirêj bikin an jî bihêlin Hizbullah pabendbûnên xwe bi cih neyne.

Li gorî rojnameyê, ev nêzîkatiya nû dê artêşa Lubnanî têxe astengiyê, ji ber ku bêçekirina Hizbullahê ji artêşê tê xwestin.

Çavdêr dibêjin ku helwesta civaka navneteweyî li hember hebûna çekên Hizbullahê dijwartir bûye. Ev yek jî dewletê neçar dike ku di demeke diyar de heybeta xwe diyar bike û çekan kontrol bike.

(k)