Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku li kantona Cizîrê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
27 tebax, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li kantona Cizîrê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Tasan roja duşemê (25`ê Tebaxa 2025`an), dema li ser erka xwe bû, li kantona Cizîrê di encama qezayek trafîkê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan Elî Tasan nimûneya fedekarî, wêrekî û dispilînê bû û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Elî Tasan

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Xelef

Cih û dîroka jidayikbûnê: 1`ê Çileya 2005ˊan

Dîroka tevlîbûnê: 15`ê Nîsana 2025ˋan.

Çih û dîroka şehadetê: 25`ê Tebaxê 2025ˋan.

(k)