Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî dest pê kir

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî li Silêmaniyê dest pê kir. Wê di roja yekem a kongreyê de mijar û pirsgirêkên jinan werin nirxandin û biryare di kongreyê de seroka yekitiya jinên Sosyal Demokratîk were hilbijartin.

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî dest pê kir
27 tebax, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî bi tevlîbûna dehan serkirde û kesayetên ji 21 welatên cîhanê, dest pê kir. Wê kongre çar rojan berdewam bike.

Li gor bernameya kongreyê, wê îro roja yekem ji bo giftûgokirina mijarên jinan, beşdarbûna jinan a di biryarên siyasî ya li navendên siyasî û biryardanê de bê veqetandin. Her wiha biryare seroka Yekitiya Jinên Sosyal Demokrat were hilbijartin.

Kongre dibin çavdêriya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî de tê birêvebirin. Biryare çend mêvanek ku di nava wan de Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend kesayetek din hene, beşdarî kongreyê bibin.

Biryare kongre çar rojan dom bike. Wê di kongreyê de gelek mijar û panelên cûda li ser mijarên navxweyî, herêmî û navdewletî werin pêşkêşkirin. Armanca kongreyê xurtkirina peywendiyên navbera hêzên pêşverû yên Ereb û Kurd û pêşxistina hemahengiya navbera partiyên sosyal demokrate.

Di derbarê kongreyê de Endama Serkirdayetiya YNK’ê û Seroka Komîsyona Jinên Sosyal Demokrat a li welatên Erebî Firyal Ebdullah ji medyaya YNK’ê re diyarkir ku, 13 partiyên siyasî tevlî kongreyê bûne. Her wiha diyarkir wê îro panelên taybet li ser mijarên jinan û astengiyên di dema guhertina sîstema hikûmraniya ji bo demokratîkbûnê de hene, werin nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye, şandeya PYD’ê ji Rojava û şandeya DEM Partî jî wê ji Bakurê Kurdistanê tevlî kongreyê bibe.