DAIŞʹê li rojhilatê Humsê êrişek pêk anî: Efser û leşkerekî Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞʹê li derdora zeviya Arak a gazê ya li gundewarên rojhilatê Humsê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de efserek û leşkerek hatin kuştin.

DAIŞʹê li rojhilatê Humsê êrişek pêk anî: Efser û leşkerekî Şamê hatin kuştin
28 cotmeh, 2024   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di êrişa çeteyên DAIŞʹê li derdora zeviya Arak a gazê ya li gundewarên rojhilatê Humsê de efser û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Li gorî agahiyan, efserê hatiye kuştin ji bajarê Hecanê yê Rîf Şam e û leşker jî ji gundewarê Humsê ye.

Li gorî SOHRʹê, ji destpêka îsal ve di êrişên li beyarê Sûriyeyê de 570 kes hatine kuştin.

(fr)