Komîna Malbatên Şehîdan li Viyanayê hat damezirandin

Li paytexta Awisturyayê Viyanayê di civîneke de malbatên şehîdan "Komîna Malbatên Şehîdan" ava kir.

Komîna Malbatên Şehîdan li Viyanayê hat damezirandin
Komîna Malbatên Şehîdan li Viyanayê hat damezirandin
Komîna Malbatên Şehîdan li Viyanayê hat damezirandin
Komîna Malbatên Şehîdan li Viyanayê hat damezirandin
Komîna Malbatên Şehîdan li Viyanayê hat damezirandin
10 tebax, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Viyanayê civîneke mezin a malbatên şehîdan ên civaka Kurd hate lidarxistin. Di civînê de Komîna Malbatên Şehîdan hate damezirandin.

Di civînê de endamê komîteya amadekar a civînê Ehmed Zîrek, li ser girîngiya civînê axivî.

Di civînê de siyasetmedar û rojnamevan Bunyad Cizîrî jî axivî. Cizîrî bal kişand  ser girîngiya ku Komîna Malbatên Şehîdan ku bibe çarçoveyeke yekgirtî ji bo malbatan û cihek ji bo hevdîtin, şêwirmendiyê û hevkariyê xizmet bike.

Di dawiya civînê de, rêziknameya Komîna Malbatên Şehîdan hat xwendin û rêveberiyek ji bo komînê hate hilbijartin.

(k)

ANHA