Dagirkeran jineke din birîndar kir

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundewarên Minbicê de jineke din birîndar bû.

Dagirkeran jineke din birîndar kir
5 kanûn, 2024   14:31
MINBIC

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Minbicê dewam dikin.

Di êrişê de jineke din bi navê Sara Hac Hisên (30) a ji gundê Ereb Hesen ê li bakurê kantonê birîndar bû.

Di encama êrişa li ser gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) şehîd bûbû û jina bi navê Seîda El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.

Hate zanîn ku Seîda rakirine nexweşxaneya Minbicê.

(bb)

ANHA