Ermenan tabûrek ava kir

Gelê Ermen banga seferberiya giştî bersivand û tabûrek ji bo piştgiriya QSDˈê ava kir.

Ermenan tabûrek ava kir
5 kanûn, 2024   14:49
HESEKÊ

Li dijî plan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 1ˈê Kanûnê seferberiya giştî ragihandibû.

Gelê Ermen ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê banga seferberiya giştî bersivand.

Daxuyanî li Qada Suryan a li taxa Nasira ya li bajarê Hesekê ji aliyê Sîlda Sêman ve hat xwendin.

Di daxuayniyê de hate gotin gelê Ermen li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi QSDˈê re ye û hate gotin: "Dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan bi van êrişan dixwaze projeya xwe ya Osmanî zindî bike, piştî ku QSDˈê ev projeya wê ya bi rêya çeteyan DAIŞˈê li Baxozê têk biribû."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker komên çete yên DAIŞ û Cebhet El Nusra û komên dîtir ji bo dagirkirina Heleb û gundewarên wê bi kar anîn. Hate gotin, Heleb bi girîngiya xwe ya dîrokî û şaristanî parçeyekî Sûriyeyê ye, dê gelê Ermen qebûl neke bajar îlhaqî Tirkiyeyê were kirin.

Hate diyarkirin ku gelê Ermen dê li hember êrişên dagirkirinê bê deng nemîne û nehêle komkujiyên ku Osmaniyan pêk anîbûn, dubare bibin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê hate kirin û hate destnîşankirin ku gelê Ermen amade ye pêşwaziya koçberan bike.

Di dawiya daxuyaniyê de avakirina "Tabûra Ermenî" hate ragihandin ku dê li kêleka QSDˈê parastinê bike.

(bb)

ANHA