Dagirkeran dora pira Qereqozaqê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker pira Qereqozaqê yê başûrê bajarê Kobanê topbaran dike.

Dagirkeran dora pira Qereqozaqê topbaran kir
8 ÇILE, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pira Qereqozaqê yê başûrê bajarê Kobanê topbaran dikin.

Girêdayî mijarê, şer û pevçûnên dijwar li dora bendava Tişrînê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de rû didin. Şervanan 2 wesayîtên çeteyan ruxandin.

(şx)