Dagirkeran 8 hezar û 992 caran êrîşî Efrîn-Şehbayê kirine

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava sala 2023’yan de 8 hezar 992 caran êrîşî gundewarên Efrîn-Şehbayê kirin û 11 gund bi temamî hilweşandin.

Dagirkeran 8 hezar û 992 caran êrîşî Efrîn-Şehbayê kirine
31 kanûn, 2023   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Çapemeniya Hêzên Leşkerî ya Şehabê bîlaçoya êrîşên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê k udi sala 2023’yan de dijî herêmên Şehba û Efrînê pêk anîne eşkere kirin.

Li gorî mehan bilançoya êrîşan wiha ye:

Çile

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di tevahiya mehê de 2139 caran bi obus, hawan û tangan, 4 caran fuzeyan û carekê jî bi dirona întîxarî êrîş pêk anîn.

Sibat

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di tevahiya mehê de 72 caran bi obus, hawan û tangan êrîş pêk anîn.

Adar

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 45 caran bi obus û hawanan êrîş kirin.

Nîsan û Gulan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 89 caran bi obus, hawan, tang û bombe avêjan, carekê jî bi dirona întîxarî êrîş kirin.

Hezîran

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 442 caran bi obus, hawan, tank, bombe avêjan, 3 caran bi fuzeyan êrîş kirin.

Tîrmeh

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 282 caran bi obus, hawan, tangan û bombe avêjan, 2 caran jî bi dronên întîxarî êriş kirin.

Tebax

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 434 caran bi obus, hawan, tangk, fuzeyan û 16 caran ji bi dronên întîxarî êriş kirin. 

Îlon

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 500 caran bi obus, hawan û tangan, 4 caran jî bi dronên întîxarî êrîş kirin.

Cotmeh

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3143 caran bi obus, hawan, tank, bombe avêj û fuzeyan, 3 caran jî bi dronên întîxarî êrîş kirin.

Mijdar

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 661 caran obus, hawan, tank, bombe avêj û fuzeyan, 3 caran jî bi dronên întîxarî êrîş kirin.

Kanûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 1143 caran bi obus, hawan, tank, bombe avêjan, 5 caran jî bi dronên întîxarî êriş kirin.

15 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di bîlançoyê de hat destnîşan kirin ku di êrîşên salekê yên li ser gundewarên Şehba, navçeyên Şêrewa û Şera yên Efrînê de welatiyek şehîd bûye, 13 jî birîndar bûne, 15 leşkerên Hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest dane, 79 birîndar bûne.

11 gund hatin hilweşandin

Di berdewama bîlançoyê de hat diyarkirin ku di van êrîşan de 11 gund jî hatine hilweşandin û jiyan lê nemaye.

Gundên hatine hilweşandin wiha ne:

Merenaz, Malikiyê, Şêwarqa, Tat Maraş ên girêdayî navçeya Şera bajarê Efrînê.

Gundên Miniq, Eyn Deqnê, Belûniyê, Hirbil, Simuqa, Til Cîcan, Til Medîq ên girêdayî Şehba.

(a)