MSD`ê sersala nû li gelê herêmê û cîhanê pîroz kir

MSD`ê Sersala nû li gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku di sala nû de aştî, ewlehî û pêşketin pêk were, serdestiya Sûriyeyê vegere û gelê Sûriyeyê azadî, edaletê di nava Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî de pêk bîne.

MSD`ê sersala nû li gelê herêmê û cîhanê pîroz kir
MSD`ê sersala nû li gelê herêmê û cîhanê pîroz kir
31 kanûn, 2023   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Cenja Neolê û sersala nû, daxuyaniyeke nivîskî, da.

MSD`ê di daxuyaniyê de MSD`ê hêvî kir ku gelê Sûriyeyê di nav aştiyê û ewlehiyê de be û pêşketin para wî be.

MSD`ê destnîşan kir ku ji bo avakirina pêşerojeke baştir yekitî pêwîst e lewma MSD`ê bang li her kesî kir ku ji bo guhertineke giştî ya erênî pêk were û ji bo civakeke pêşketîtir ava bibe, bibin yek. Her wiha hêvî kir ku di sala nû de tevahî hêviyên gel pêk werin.

MSD`ê di dawiya daxuyaniyê de sersala nû li hêzên demokratîk ên li Sûriye û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe, serdestiya Sûriyeyê vegere û gelê Sûriyeyê azadî, wekhevi û edaletê di Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî de pêk bîne.

(şx)