Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir, QSD’ê bersiv da

Li gundewarê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê êrişî noqteyên QSD’ê kirin. Şervanên QSD’ê bersiv da û di encamê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û çeteyek hat kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir, QSD’ê bersiv da
27 îlon, 2025   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Şaneyek terorîst a DAIŞ’ê li bajarokê Ebrîha yê rojhilatê Dêrazorê êrişek nemerdane pêk anî. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di şer de 4 şervanên me şehîd bûn, terorîstek hat kuştin û yên din jî reviyan.

Hêzên me lêgerîna li yên reviyayê û mîsogerkirina ewlehiyê didomînin. Xwîna şehîdan sonda me ya domandina têkbirina bermahiyên DAIŞ’ê û qedandina terorê ye."

(bb)