Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin

Di roja 4’an a Hefteya Wêjeyî de wêjevan û rewşenîbran "Wêjeya Jinan di navbera Şamê û Bakurê Sûriyeyê de…cudahî û xalên hevbeş" nîqaş kirin û bal kişand ser çewisandina zimanî û cudahiya di tecrûbeya wêjeyî ya jinan de.

Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Cudahî û xalên hevbeş ên wêjeya jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
6 gulan, 2025   21:43
HESEKÊ

Çalakiyên Hefteya Wêjeyî ya 2025’an li bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya wêjevan, rewşenbîr û kesên girîngiyê didin çandê, di roja xwe ya 4’an de didomin.

Îro paneleke diyalogê bi navê "Wêjeya jinan di navbera Şam û Bakurê Sûriyeyê de.. cudahî û xalên hevbeş" hat lidarxistin. Di panelê de xalên hevbeş û cudahiyên di navbera tecrûbeya wêjeyî ya jinan li Şamê û ya li Herêma Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê de, hatin nîqaşkirin. Beşdaran li ser bandora civak û siyasetê li ser berhemdana wêjeyî ya jinan û bandora qedexeyê li ser zimanê Kurdî û zayendperestiyê, nîqaş kir.

Nivîskar û rojnamevan Celaa Hemzawî, hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Anahîta Sîno û helbestvan Lînda Silêman panel nîqaş kirin.

Di nîqaşan de dozên çewisandina zimanî û nijadperestiyê hatin nîqaşkirin. Anahîta Sîno got jinên Kurd du caran rastî qeyd û sînoran hatin; carekê ji ber Kurdbûnê û carekê jî ji ber ku jin in hatin çewisandin jinbûna wan û got: "Wêjeya Kurdî ne tenê ji aliyê dewletê ve, her wiha ji aliyê rewşenbîrên Rojhilata Navîn ve jî hat paşguhkirin. Wan rewşenbîrên çandên seranserî cîhanê xwendine, lê çanda hevparên xaka xwe nexwendiye."

Lînda Silêman diyar kir ku hin deverên Sûriyeyê ji ber zordariya rejîma berê rê nedida naskirina wêje û muzîka Kurdî, lê piştî şoreşê rewş baştir bû û bi saya keda nivîskarên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera wêjeya Kurdî û ya zimanê Kurdî bi pêş ket.

Beşdaran bal kişand ser destkeftiyên jinan ên di qada wêjeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û got li deverên din ev pêşketin pêk nehatiye.

Di dawiya çalakiyê de çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin. Fatma Ehmed bi zimanê Kurdî û Vînos Ebdela bi zimanê Erebî çîrok xwendin.

Sibe, anku roja 5’an a Hefteya Wêjeyî bi mijara "Rexneya Akademîk û rexneya gelêrî" dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hefteya Wêjeyî ya sala 2025'an di 3'yê vê Gulanê de ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê dest pê kir û tê de wêjevan, rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên ji seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

(mh/fr)

ANHA