Jinan bertek nîşanî tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef da

Jinan tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê komeke leşkerî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar dihêle ku sûcdar ji cezayan bifilitin û sûcan bidomînin.

Jinan bertek nîşanî tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef da
7 gulan, 2025   07:35
QAMIŞLO

Desthilata Şamê çete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) ku navê wî di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye, ji bo fermandariya Firqeya 86’an tayîn kir. Ebû Şeqra ku serçeteyê koma Ehrar El Şerqiye ye, di Cotmeha 2019’an sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokar Ferhad Remedan şehîd xistibûn.

Jinên ji bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê der barê tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra de axivîn.

Huda Elî biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra bi tundî şermezar kir û diyar kir ku li şûna hesab ji sûcdarên şer bê pirsîn, tên tayînkirin.

Huda Elî ev li gotinên xwe zêde kir: "Desthilata Şamê li ser çi esasê ev kesê ku navî wî di lîsteya terorê de ye dike fermandarekî leşkerî. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin li hemberî vê biryarê bikeve tevgerê.  Tişta ku em dibînin nîşan dide ku axaftina li ser demokasiyê dirûşmên vala ne."

Etiye Hacî bi bîr xist ku dîroka çeteyên Ehrar El Şerqiye û serçete Hatim Ebû Şeqra bi sûc, talankirin, komkujî bi taybetî yên li dijî jinan dagirtî ye û got: "Tayînkirîna kesên ku dîroka wan bi sûcan dagirtî ye bo pileyeke leşkerî tê wateya kûrkirina aloziya Sûriyeyê. Her wiha niyeteke zelal a domandina binpêkirinên li dijî sivîlan e."

Etiye Hacî di dewama axaftina xwe de xwest kesên ku "bi taybetî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûc kirine û di lîsteya cezayan a DYA’yê de ne, werin darizandin."

Etiye Hacî di dawiya axaftina xwe de got: "Em li ser xeta şehîd Hevrîn Xelef dimeşin  ku jiyana xwe ji bo aştî û demokasiyê veqetandibû. Em qebûl nakin ku qatilên wê werin tayînkirin, divê werin darizandin."

‘GEFEKE LI SER JINAN E’

Sara Ehmed jî anî ziman ku tayînkirina çete wek fermandarê komekê tehdîdeke rasterast a li ser jinên sûriyeyî ye û dihêle ku sûcdar bêyî hesabpirsîn sûcên xwe bidomînin.

Sara anî ziman ku di serî de qatilê sembola aştî û demokasiyê Hevrîn Xelef divê tevahî çete werin darizandin û wiha got: "Di serî de çete Ebû Şerqa, divê hesab ji çi kesên ku binpêkirinên mafên mirovan dikin, bê pirsîn da ku Sûriye nebe hawirdoreke xilasiya ji cezayan û qada pêkanîna sûcên birêxistinkirî li dijî jinan."

(bb)

ANHA