Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê da

Artêşa Îsraîlê piştî êrişên bi moşekan, fermana valakirina hin deverên Xan Yûnisê ya li başûrê Şerîda Xezayê da.

Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê da
22 tîrmeh 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê fermana valakirina hin beşên li başûrê bajarê Xan Yûnisê da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Îsraîlê dê bi xurtî bersiva êrişên bi moşekan û operasyonên çekdaran ên li dijî “herêma mirovî” bide.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve anku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezayê ve, nêzî 39 filistînî hatine kuştin û 89 hezar jî birîndar bûne.

(mg/bb)