Çarşema Sor; sembola parastina çanda êzidiyan e

Ji bo êzidiyan çarşema serê Nîsanê anku Çarşema Sor, roja destpêkirina jiyan û afirandinê ye.

Çarşema Sor; sembola parastina çanda êzidiyan e
15 nîsan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
SÎPAN SILO

Di ola êzidîtiyê de têkildarî Çarşema Sor (Çarşema Serê Nîsanê) wiha tê gotin:

"Çarşem rojeka fadil e

Melik Fexredîn afrandibû ji eşq û dil e
Nas nedikir rihetî û xeflet e
Çarşem rojeke bi hesab e
Ji ba wan meleka hatî ev cewab e
Deriyêt xêra divekirîn ji rojhelat heta rojava”

Li gorî ola êzidiyatî, Xweda jiyan di roja Çarşemê de vejandiye ku roja afirandina mirovan e.

Li gorî salnameya rojhilatî Çarşema yekemîn a Nîsanê anku çarşema ewil a piştî 13’ê Nîsanê li gorî salnameya milady cejna Kurdên êzidî ye ku bi "Cejna Çarşema Sor" anku Sersala Êzidiyan tê naskirin.

Di baweriya êzidiyan de, gerdûn tarî û mij bû. Erd bi tebeqeyeke qeşayê hatibû pêçan. Xweda Tawisê Melek roja çarşemê şande erdê da ku wê ava bike û jiyanê lê vejîne. Bi emrê Xweda Melekê Tawis cara yekem li Laleşê (li herêma Şêxan a Başûrê Kurdistanê ye) daket. Ji ber ku li erdê qeşa hebû, Tawisê Melek li ser dara herherê disekine. Bi qudreta Xweda roj derdikeve û qeşa dihele. Rûyê erdê yê rastîn derdikeve holê. Bi kulîlk û gulên rengîn dixemile. Ji ber wê, ev roj wek destpêka biharê an sersala êzidiyan hate binavkirin.

Bi hatine cejnê re êzidî amadekariyên xwe dikin. Di vê rojê de ayînên olî yên taybet pêk tên ku diçin nava xwezayê û hêkan rengîn dikin.

Li gorî hejmara endamên malbatê hêk ku şeklê erdê ye, tên kelandin û boyaxkirin. Kelandina hêkan nîşaneya cemidandina erdê ye, lê qaşilên wê ku piştî tê kelandin nîşaneya hilandina qeşaya li ser rûyê erdê ye. Her wiha boyaxkirina wan jî nîşaneya rengên gul û kulîlkan e ku bi hatine Tawisê Melek anku destpêka bihar û jiyanê re vedibin.

Gelek kevnşopên din ên taybet bi vê cejnê hene. Jê di vê mehê de, nabe erd were cotkirin an kolandin, ji ber ku gul, kulîlk û piraniya giyayan di vê mehê de dipişkivin. Li gorî baweriya êzidiyan; anîna bûkekê di vê mehê de wê xem û derd ji xwediyê malê re bîne, lewre zewac jî di vê mehê de qedexe ye. Tê gotin meha Nîsanê bi xwe dawetek e. Ji ber wê meha Nîsanê bi navê “Bûka Salê, di ser xwe re bûk nîn e" tê binavkirin.

Di dîrokê de gelek ferman li dijî civaka êzidî hatin kirin. Di encamê de gelek êzidî bûn qurbanî, mezarên olî hatin rûxandin û pirtûkên ola êzdiyatiyê hatin şewitandin. Her wiha beşeke mezin a çanda wan winda bû. Lê tevî van jî, êzidiyan çand û rê û resmên xwe bi devokî veguhastin. Êzidî, pîrozkirina cejnan wek navnîşana parastina hebûn û nasnameya xwe dibînin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê re êzidiyan cihê xwe di nava şoreşê de girt. Rêveberiya Xweser jî ola êzidiyan wek oleke bi serê xwe da nasîn. Di benda 41’an a Peymana Civakî ya maf û azadiyên bingehîn de têkildarî êzidiyan tê gotin: "Ola êzidiyatî oleke bi serê xwe ye, mafê êzidiyan heye ku taybetmendiyên xwe yên olî, civakî û çandî pêk bînin û bi rêya saziyên xwe û saziyên Rêveberiya Xweser ji hewldanên qirkirin û asîmîlasyonê biparêzin."

Her wiha Rêveberiya Xweser, roja "Çarşema Sor" wek betlaneya fermî  ragihand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2018’an de êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin. Dagirker û çeteyan di êrişan de gundên êzidiyan kirin hedef, gelek kes qetil kirin û birîndar kirin. Ji tirsa komkujiyan êzidiyan ji gundên xwe koçber bûn. Çeteyên artêşa dagirker "Parsa Xatûn" a li gundê Qestel Cindo û mezarên êzidiyan rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê jî ku şaxekî Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê lê hebû, zêdetirî 8 gundên êzidiyan talan kirin û niştecihên wê neçarî koçberiyê kirin.

Li Şengalê jî fermana ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin, wekî jînoside herî mezin di sedsala 21’ê de hatiye naskirin. Di vê fermanê de êzidî hatin qetilkirin, revandin, koçberkirin û mezarên wan ên olî hatin rûxandin.

Li Laleşê (Mezara herî pîroz a êzidiyan) bi hezaran êzidî li hev kom dibin û bi pêxistina 365 çirayan (hejmara rojên salê) ayînên cejna Çarşema Sor pêk tînin.

(bb)