Cotkarên hinaran li Hemayê xisareke mezin dît

Cotkarên hinaran li parêzgeha Hemayê xisareke mezin di mewsima xwe ya îsal de dît. Tê gotin sedema xisarê paşguhkirina hikumetê û bêkontroliya li sûkan e.

Cotkarên hinaran li Hemayê xisareke mezin dît
26 cotmeh, 2025   04:05
HEMA

Li gundewarên Misyafê ya parêzgeha Hemayê rewşa aborî her ku diçe dijwartir dibe. Bi taybet îsal “keysbazên bazara sebzeyan” cotkaran neçarî firotina berhemên xwe bi erzanî dikin. Li gorî cotkaran ew neçar dibin berhemên xwe kêmî mesrefa lê dane, bifiroşin. Vê diyardeyê bi paşguhkirina hikumetê ve girê didin û dibêjin hikumet bi tu awayî alîkariya wan nake.

Hin cotkar der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn û got mesrefa donimeke erd ku 30 dar lê hatine çandin, dibe 4 milyon lîreyên Sûriyeyê. Berhema her donimekê di navbera 2 û 3 tonan de ye.

Buhayê kîloya hinarên cureya 1 daketiye 5 hezar lîreyên Sûriyeyê. Ev buha mesrefa cotkaran dernaxe, ji ber mesrefa karkeran, veguahstinê û her wekî din mesrefê giran dike.

Cotkarên herêmê ji saziyên hikumetê yên têkildar dixwazin çavdêriya bazaran bikin, dermanên pêwîst û pêdiviyên wan dabîn bikin.

Cotkaran destnîşan kir ku çavdêriya sûkan û madeyên din ên di çêkirina dimsa hinaran de têne bikaranîn, nîn e.

Çavkaniyeke taybet ji Komeleya Cotkaran a Misyafê destnîşan kir ku zeviyên wan ji sedî 90 bi hinaran tên çandin. Berhema îsal 8 hezar ton derbas kiriye. Ev rêjeya zêde ya hinaran di bazarên herêmê tenê de, dê buhayê sûkê daxe. Ev jî dibe sedema xisareke mezin li cotkaran bibe.

Heman çavkanî daxwaz kir ku kooperatîfên taybet ên cotkarên hinaran werin aktîfkirin. Divê ew li ser mijarên firotin û kirînê bisekinin û giring e rêyên derxistina berheman ji derve re werin vekirin.

(dc)

ANHA