Kampanaya jinên Sûriyeyê bi çalakiyên cuda didome 

Kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk, Nenavendî Ava Bikin" ku Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dabû destpêkirin, bi panel, nivîsandina name û gotaran didome. Ji rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ên ji Ewropya û Rojhilata Navîn jî vîdeoyên piştgiriyê tên şandin.

Kampanaya jinên Sûriyeyê bi çalakiyên cuda didome 
26 cotmeh, 2025   03:35
QAMIŞLO

Di 20’ê Îlonê (2025) de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" li dar xist. Gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, herêma peravê û Şamê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn. Jinên ji Siwêdayê jî bi rêya Zoomê beşdar bûn. Yek ji encamên konferansê destpêkirina kampanyayeke ji bo nenavendîbûna Sûriyeyê û di pêşeroja Sûriyeyê de rola jinan bû. 

Di 12’ê Cotmehê de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk, Nenavendî Ava Bikin" bi daxuyaniyên li Reqa û Qamişloyê, da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê pêngav heta 12’ê Mijdara 2025’an bidome. Hat diyarkirin ku kampanya dê ji qonaxan pêk bê.

 Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji pêkhateyên Durzî, çalakvanên Elewî yên li Humus û Şamê bi vîdeoyan beşdarî kampanyayê bûn. Li gorî agahiyên me ji Kongra Star wergirtine, jinên li peravê ji ber metirsiya hikumeta veguhêz a Şamê nekarîne vîdeoyên piştgiriyê bişînin. Jinan di vîdeoyan de mijarên mafên jinan, rolê jinan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de, Sûriyeyeke nenavendî nîqaş kirin. Bi vî awayî qonaxa yekemîn a hemleyê pêk hat.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn de, 19’ê Cotmehê paneleke online pêk hat. Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên Elewî û Durzî, jinên ji Ewropayê beşdarî panelê bûn. Armanca panelê ew bû ku daxwazên jinên Sûriyeyê bigihînin saziyên eleqeder ên navneteweyî, saziyên parastina mafê mirovan û mafên jinan. Dê lidarxistina panelan bidome.

Her wiha dê jinên ji pêkhateyên Sûriyeyê yên çalakvan û rewşenbîr, li ser daxwazên jinên Sûriyeyê name û gotaran binivîsin. Heta niha hinek hatine nivîsîn, piştî bi dawî bibin dê radestî saziyên eleqeder ên navneteweyî bên kirin.

Di qonaxa sêyemîn de jî dê li Reqayê panelek pêk bê. Hîna dema lidarxistina panelê ne diyar e.

Ji Almanya, Îtalya, Belçîka, Afrikaya Başûr, Awisturya, Hollanda, Brîtanya, Katalonya, Iraq û Lubnanê, gelek rêxistinên jinan û aktîvîstên jin bi vîdeoyan piştgirî daye kampanyayê. Bi giştî ji Sûriyeyê 15 beşdarbûnên bi vîdeoyê, ji derve Sûriyeyê bi 25 vîdeoyan piştgirî hatiye kirin. Hîna beşdarbûn û piştgirî didomin.

Hin komên ku ji derveyî Sûriyeyê piştgiriya kampanyayê kiriye wiha ne: Women Defend Rojava, komên ciwan ên "Resisto", "Controtendenza" û sendîkaya "Si Cobas", rêxistina jinan a "Courage", Global Tapestry, Grassroots to Global, Rete Jin, koma teolog "La Roche", Mabaten ji bo Aşitî (Dresden û Hessen), Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Brukselê, komên jinan ji Ponente Ligure û Torino li Îtalyayê, Meclisa Jinan a Hollandayê. Her wiha bi dehan jinan vîdeoyên takekesî şandine ku di nava wan de nivîskar Margaret Owen jî heye.

 (bî)

ANHA