Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike

Saziya Zimanê Ermenî ya Hesekê amadekariyên materyalên zimanê ermenî yên peymangehê dike û dê di betlaneya havînê de dewreyan ji bo zarokan veke.  

Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
Saziya Zimanê Ermenî materyalên peymangehê amade dike
25 hezîran, 2026   05:50
HESEKÊ

Saziya Zimanê Ermenî sala 2022`yan dest bi vekirina dewreyên fêrkirina zimanê ermenî kir. Di dewreyan de bi berfirehî xwendekaran fêrî zimanê ermenî dikin. 

Mamoste û xwendekar li ser rêveçûyîna dewreyên fêrkirina perwerdeya zimanê ermenî ji ajansa me re axivîn.

Mamoste Feyrûz Ebdo got: "Saziya Zimanê Ermenî bi armanca pêkhateya Ermen fêrî zimanê xwe bibe û zimanê wan ê dayikê winda nebe, dest bi vekirina dewreyên fêrkirina zimanê ermenî kir. Niha derdora 20 xwendekar û 9 mamoste hene. Em keç û xortên Ermen fêrî zimanê wan ê dayikê dikin. Plansaziya me heye ku em betlaneya havînê dewreyên fêrkirina zimanê ermenî ji zarokan re vekin. Em di dewreyan de wan fêrî xwendin û nivîsandin û rêzimana ermenî dikin."

Feyrûz Ebdo destnîşan kir ku mafê wan ew e ku zimanê ermenî bikevê nava materyalên xwendinê û got: "Li bibistanên Sûriyeyê zarokan fêrî zimanên biyanî (îngilîzî û fransî) dikin lê zimanê pêkhateyên Sûriyeyê paşguh dikin. Divê destpêkê zimanê pêkhateyên Sûriyeyê nas bikin, piştre girîngiyê bidin zimanên dîtir."

Sandra Qesebiyan got “ez hem mamoste me hem jî xwendekar im” û wiha lê zêde kir: "Ez fêrî zimanê ermenî dibim û xwendekaran fêr dikim. Em wek gelê Ermen dixwazin ziman û çanda me li Sûriyeyê were naskirin û nifşên nû fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin. Em fêrî zimanê xwe nebûn bila wekî me li wan neyê."

Sandra Qesebiyan diyar kir ku ew niha amadekariya materyalên peymangehê dikin û wiha pê de çû: "Me dest bi amadekariya materyalên peymangehê kiriye. Li peymangehê dê 2 salan zimanê ermenî bixwînin."

Di dawiyê de Sandra Qesebiyan wiha got: "Em dixwazin zimanê me yê dayikê li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî. Ji ber hebûna gel bi hebûna zimanê wan ve girêdayî ye."

Îfanoş Qesebiyan ku ew jî xwendekar e got: "Bavê min her tim kar dikir, ji ber vê yekê wext nedima ku me fêrî zimanê ermenî bike. Ez ji zimanê xwe hez dikim ji ber wê ez hatim saziyê ji bo fêrî ziman bibim."

Îfanoşê anî ziman ku ew ê zimanê xwe biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em naxwazin nifşên nû mîna me ji zimanê xwe mehrûm bimînin. Heke zimanê min ê dayikê heye ez çima bi zimanekî dîtir biaxivim. Em dixwazin zimanê me li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.”

(np)

ANHA