Partiyên Kurdî: Yekitiya neteweyî ji bo parastina gel pêwîstiyek e

P.Ç.D.K-Sˊê û Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê diyar kir ku li gel êriş û xeteriyên aloziyên li seranserî cîhanê zêde dibin pêwîstî bi pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdî heye.

Partiyên Kurdî: Yekitiya neteweyî ji bo parastina gel pêwîstiyek e
Partiyên Kurdî: Yekitiya neteweyî ji bo parastina gel pêwîstiyek e
Partiyên Kurdî: Yekitiya neteweyî ji bo parastina gel pêwîstiyek e
31 gulan, 2024   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Partiyên Kurdî û gelê Kurd rûbirûyî xeterî û astengiyan in, bi taybet bi zêdebûna alozî û krîzên li erdnîgariya Rojhilata Navîn û cîhanê. Der barê mijarê de Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.Ç.D.K-S) Salih Gedo got: "Ji destpêka şoreşê û heta niha gef û xetereyên li ser herêmê nesekinîne. Divê em realîst bin, em di nava diranên guran û dewletên herêmê bi taybet dewleta Tirk de ne ku plan dikin û li firsendan digerin ji bo ku gelê Kurd tune bikin." 

Gedo bang li gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê kir ku di vê qonaxa dîrokî de bi ruhê berpirsiyariyê û ruh biratiya gelan tev bigerin û anî ziman ku divê têkiliyên di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên herêmê de werin xurtkirin.

Gedo wiha domand: "Divê mala kurdî were birêxistinkirin û tevgerên kurdî bibin yek û helwesteke cidî nîşan bidin ji bo ku bi hev re kar bikin û di vê pêvajoya dîrokî de bibin yek. Li kêleka wê divê têkiliyan bi hêzên navneteweyî û herêmî re, pêş bixin."

Serokê Partiya Lîbera a Kurd li Sûriyeyê Ferhad Têlo bi Salih Gedo re li ser pêwîstiya yekitiya neteweyî ji bo sekna li hember êrişên dewletên dagirker, di heman fikrî de ye.

Li ser sedem û astengiyên ku nahêlin ev pêwîstî pêk werin Têlogot: "Bi damezrandina KNKˊê re mijara bingehîn û helwestên girîng ji bo avakirina lêvegera leşkerî ya taybet a gelê Kurd li ser asta 4 parçeyên Kurdistanê hebûn. Lê belê destwerdana hêzên dagirkir û derve ku bandorê li hin partî û hêzên siyasî dikin, nehiştin ev armanc pêk were."

Ferhad Têlo wiha dawî li gotina xwe anî: "Hêzên derve û dagirker her tim hewl dan partî û hêzên siyasî yên Kurd têk bibin û heta roja îro di vê yekê de dewam dikin. Ji bo sekna li hember van siyasetan KNKˊê li Silêmaniyê ji bo avakirina lêvegera siyasî kongreyek li dar xist. Lê hin partî beşdar nebûn."

(fr)

ANHA