Sererastkirina depoyan barê cotkaran sivik kir

Rêveberiya Xweser depoya genim a Til Hemîsê ji nû ve sererast kir û wergirtina genim dest pê kir. Cotkaran diyar kir ku ev xebat dê lêçûna wan sivik bike.

Sererastkirina depoyan barê cotkaran sivik kir
18 gulan 2024   09:36
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bi rêya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê destpêka Sibatê dest bi sererastkirina depoyên genim Til Hemîsê kir.

Çeteyên Cebhet El Nusra û piştî wan çeteyên DAIŞ`ê dema ketin Til Hemîsê û gundên wê sala 2013`an, binesaziya bajêr û navendên xizmetguzariyê wêran kirin û veguhêzên kehrebeyê û stasyonên avê dizîn.

Depoya bajarê jî wê demê hate talankirin û amûrên wê tev de hatin şikandin û genimê tê de jî hate dizîn.

Sererastkirina depoyê, bandorek erênî çêkir, nemaze ku lêçûna veguhastinê sivik kir.

Berê, cotkarên Til Hemîsê neçar dibûn ku berhemên xwe bibin depoyên Qamişloyê yan jî Tirbespiyê.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Ziyad El Casim ê ji gundê Xirbet Hatim behsa zehmetiyên ku cotkaran di veguhastina berhemê de dikişandin kir û got: "Wê demê me zehmetiyên mezin dikişandin. Lêçûna veguhastina berhemê biha bû. Ji ber ku depoyên genim bi dehan kîlometreyan ji bajêr dûr bûn."

Cotkarê bi navê Ebdulezîz El Hesen jî îşaret pê kir ku dema depo nedixebitîn, xwediyên kamyon an jî traktoran di lêçûna veguhastinê de keysbazî dikir û wiha domand: "Her carê me genim bar dikir, 400 dolar lêçûna barkirinê bû."

El Hesen wiha domand: "Gelekî baş bû depo hate sererastkirin. Ew gaveke erênî ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi vê hewldanê lêçûna veguhastina genim li me sivik kir."

Cotkarê bi navê Tariq El Hemdo yê ji gundê Hesawiye jî got: “Bi vekirina depoyê re, dê derfetên kar ji gelek şêniyên herêmê re peyda bibin.”

El Hemdo destnîşan kir ku sererastkirina depoyê gaveke erênî ye, ji ber ku erdnîgariya Til Hemîsê fireh û mezin e.

Li gorî rayedaran, kapasîteya depoyê 100 hezar ton e.

Tê zanîn ku bajarê Til Hemîsê 25`ê Sibata 2015`an bi destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) hate rizgarkirin.

(şx)

ANHA