Dewleta Tirk 2 gundên Minbicê topbaran dike

2 gundên kantona Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Dewleta Tirk 2 gundên Minbicê topbaran dike
18 gulan, 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Toxar û Catê yên dikevin bakurê hilatê kantona Minbicê topbaran dike.

Di daxuyaniya meclisê de hate ragihandin heta niha 20  hawan li gundên navborî ketine.

Topbaran dewam dike û balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

(bb)

ANHA