PKK jîndarbûna Hakî Karer e - CEMÎL BAYIK

PKK jîndarbûna Hakî Karer e - CEMÎL BAYIK
18 gulan 2024   09:31

PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye. Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, nemir bû. Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.

Piştî qetilkirina hevrê Hakî, li blokên Tirk-Îş ên Enqereyê li hemberî Rêbertî - her çend bi serneketin jî, hewldan sûîqestê pêk bînin. Bê pêvajo çawa hatiye plankirin û dewlet çi armanc dike bi awayekî zelal derket holê. Rêber Apo di pêvajoyeke ku ev hemû diqewimîn de; di nava lêgerîna ku bê şehadeta Hakî Karer çawa veguherîne pêngavekê û planên tunekirinê yên dijmin çawa vala derxîne de bû û gihîşt wê baweriyê ku êdî nikare li Enqereyê bimîne, tevger ji vir nayê birêvebirin. Ji ber ku asta tevger hatibûyê bi gotina “yan temam; yan jî dewam” re rû bi rû bû. Di vir de gotinên bihata gotin û helwesta ku bihat diyarkirin pir zelal bû. Helbet diviya tevger teqez bihata domandin. Ji bilî vê, diviyabû ku ew bihata bilindkirin û rêya xwe berdewam bikira. Rêberî ev biryar da. Li ser vê bingehê weke pêdiviya dilsoziya bi hevrê, gel, welat, azadî, demokrasî û nirxên azadiyê re, ji qonaxa koma bîrdozî derbasî qonaxa partiyê bû.

Tevgerê di wê serdemê de qonaxa koma îdeolojîk bi serketî bi dawî kir û kete serdema kombûna polîtîk. Şehadeta Hakî Karer di serdema ku tevger ji koma îdeolojîk ber bi girseyîbûnê ve diçû de pêk hat. Xuya bû ku tevger bi lez û bez girseyî dibû û partîbûn jêveneger bû. Ji ber ku dewletê ev dît, ji bo pêşî li vê yekê bigire Hakî Karer qetil kir. Tişta ku divê li hemberî vê bihata kirin hem divê ev xetere ji holê bê rakirin û hem jî tevgerê mezintir bikin. Ji bo vê jî diviyabû tevger bibûya partî. Ji bo vê jî pêwîst bû pêvajo li gorî rastiya şehadeta Hakî Karer bihata meşandin.

Di encama van êrîşên mêtingeriyê de; eşkere bû ku jiyana li Kurdistanê û siyaset meşandin di rêxistinkirina parastina rewa de derbas dibe. Xweparastin encax eger rêxistineke pêşeng ava bibûya dê bihata pêşxistin. Ji bo vê jî diviyabû tevger ber bi avakirina partiyê ve bihata kirin, bigihanda pêşengiyê û tevgera ku bigîhaşta pêşengiyê divê parastina rewa ya rêxistinkirî pêk bihata. Dihat zanîn ku tevger bêyî avakirina rêxistineke pêşeng û bilindkirina tevgerê wê nikaribe parastina xwe ya rewa bi rêxistin bike. Eşkere bû ku tevger bêyî rêxistinkirina xweparastinê nikare xwe biparêze û pêşveçûna xwe bidomîne. Tişta ku li vir divê bihata kirin ew bû ku bi lez rêxistina pêşeng bihata pêşxistin, bi vê re li gorî serkeftinê rêxistina parastina rewa bihata avakirin.

Rêber Apo bi vê armancê çû Dîlokê (taxa Hoşgoruyê). Di payîza sala 1977’an de li mala me ya kirê ku li taxa Hoşgoruyê bû dest bi nivîsandina bernameya partiyê kir. Got ku piştî ku ev bername hat nivîsandin, divê li hemû deveran were belavkirin, ji hêla kadroyan ve were xwendin û nîqaşkirin û divê ev gotûbêj bi rêk û pêk bên arastekirin û encam bêne berhevkirin. Rêber Apo bi vî rengî bersiv da şehadeta Hakî Karer.

Rêber Apo hîn di derketina yekemîn de got ku ew ê ti carî li dijî hevrêtiyê dernekevin, xiyanetê nekin û ji bo hevrêtiyê bijîn. Kesê ku cara pêşî hevrêtî bi Rêber Apo re kir Hakî Karer bû. Bi gotina Rêber Apo piştî sohbeteke nîv saetî Hakî Karer biryar da ku bi Rêber Apo re hevrêtiyê bike. Piştî wê axaftinê heta ku şehîd bû bi dilsozî hevrêtiya Rêber kir. Di rojên herî dijwar de desteka herî mezin da Rêber Apo. Di serdemeke ku ti kesî newêrîbû xwedî li Kurdistanê derkeve, Rêber Apo bi tenê bû, derfet tune bû, nîşaneya pêşketinê tunebû, bi dilsozî rêhevaltiya Rêber Apo hilbijart û ji bo bibe hevrêyê rasteqîn ê Rêber Apo heta ku gihîşt şehadetê ked da. Bi gotina Rêber Apo ew “ruhê veşartî bû” û bûbû çav, guh, mejî û dilê wî. Her tim weke hevalekî ku Rêber Apo herî baş fêhm kir û xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derket. Ji ber van taybetmendiyan dijmin bi komployekê qetil kir. Ji bo xwedîderketina li bîranîna hevrê û hevrêyekî wiha pêwîstî bi jîndarkirina Hakî Karer hebû. Ji ber vê yekê ji bo Rêber Apo Hakî Karer nemir bike û hevrêtiya xwe zindî bihêle, tevgerê gihand asta partîbûyînê û tevgerê ji qonaxa koma bîrdozî ber partîbûyînê ve bir û bi vî awayî bû bersiva herî mezin û watedar.

PARTÎBÛYÎN BERSIVA LI HEMBERÎ ŞEHADETA HAKÎ KARER E

Şehadet ji bo Rêber Apo sedema têkoşînê ye, sedemê berfirehkirina têkoşînê ye, sedema berfirehkirina rêxistinê ye. Ev sedema jîndarkirina şehîdan e. Nêzîkatiya Rêbertiyê ya li şehîd tam bi vî rengî ye. Şehîd dê çawa zindî bimîne? Wê çawa nemir bibe? Bîranîna şehîd wê çawa were temsîlkirin? Helbet ev hemû, lê her şehîd; dema ku rêxistin û têkoşînê pêş bibin, bikin sedema serketinê wê bi ser bikeve. Bûyîna hevrêyê şehîdan tê wateya ku nirx, têkoşîn, rêxistin û xeta ku şehîd ji bo wê şehîd bûye, têk naçe. Lewma pêwîste serketinek di bîranîna her şehîdekî de cih bigire. Di vê wateyê de di dîroka pêşketina PKK’ê de şehîd her tim cihekî girîng girtiye û her şehadetek bûye pêlika qonaxa din û bûye pirek. Şehadeta Hakî Karer ji bo tevgerê ji qonaxa koma bîrdozî derbasî partiyê bibe û bi temamkirina partiyê re dibe xeleka sereke û pirek.

Di pêşveçûna tevgerê de vê şahadeta mezin re ji xwe re kir bihgehek û partîbûyîn derket holê. PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye. Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, nemir bû. Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.

Dema ku Rêber Apo pêngava yekemîn di avakirina tevgerê de diavêt, hevrêyên wî Hakî Karer û Kemal Pîr bûn. Ev herdu hevrê jî ne ji Kurdistanê bûn û ne jî Kurd bûn. Herdu jî ji Tirkiyeyê bûn. Hakî Karer û Kemal Pîr mînakeke mezin a hevrêtî, dilsozî, dirustî û fedakariyê nîşan dane. Di serdemeke ku ti kesî cesareta nedikir, hevrêtî bi Rêber Apo re kirin.

Şoreşgerên welatên din jî tevlî têkoşînê bûn. Lê bi piranî bi tevlîbûna têkoşîneke heyî, wê pêş dixîne û tevlî derfetên heyî bûne û bi vî şoreşgerî kirine. Hakî Karer û Kemal Pîr di vê xalê de cudatiya xwe danîne holê. Li holê ne rêxistin, ne têkoşîn û ne jî derfet hebû. Têkoşîn wê pêş bikeve pêş nekeve û yan bi ser bikeve ne diyar e. Di rewşeke wiha de, di şert û mercên herî dijwar de, bi Rêber Apo re pêşengtiya gelê Kurdistanê û doza azadiyê kirin.

Ev taybetmendî rastî û mezinahiya van hevalan nîşan dide. Di şexsê van her du hevalan de tiştên derketin holê ev ne tenê ne. Hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr jî yekîtiya gelê Kurd û Tirk li ser bingehek azad, wekhev û demokratîk di asta herî jor de anîn ziman. Di vî warî de Rêber Apo her tim nirxek mezin daye hevrêtiya Hakî Karer û Kemal Pîr. Hevrêtiya wan, hevaltiya vê tevgerê; milîtaniya wan bûye bingeha milîtaniya vê tevgerê. PKK’ê; dema ku xet, milîtanbûn, pîvan û têgihiştina xwe ya jiyanê ava kir, taybetmendiyên van her du hevalan esas girt. Di vî warî de hem hewldan û pratîkkirina Hakî Karer û Kemal Pîr, hem jî keda Rêber Apo di avabûn, pêşketin û serketina PKK’ê de gelek girîng e. Ev hewldan û pêkanîna Rêber Apo temam dike.

FÊMKIRINA HAKÎ KARER FÊMKIRINA RÊBER APO Û PKK E

Rêber Apo her tim xwe deyndarê hevrêyên xwe hîs kiriye. Herî zêde xwe deyndarê van hevalan hîs dikir. Wî xwe deyndarê gelê Tirkiyeyê û di şexsê wan de jî gel dihesiband. Her tim hewl dida vî deynî bide. Ger PKK û gelê Kurd dijminatî û bêhurmetiya li hemberî gelên Tirkiyeyê pêş nexist, yekîtiya ku Rêber Apo bi Hakî Karer û Kemal Pîr re pêşxist di vê de roleke mezin lîst. Hakî Karer û Kemal Pîr hevrêyên Rêber Apo bûn. Di asta herî jor de ev hevaltî bi dest xistine.

Divê kesayeta hevrê Hakî Karer bi hemû aliyên xwe ve were fêmkirin. Fêmkirina Hakî Karer; fêmkirina PKK, Rêber Apo û xwe ye. Rêber Apo di pênasekirina PKK'ê de kesayeta Hakî Karer vedibêje. Mebesta Hakî Karer ev rastî bû, dema digot “ew ruhê min ê veşartî bû”, “dilê min, mêjiyê min, dest, milê min, çavê min, guhê min bû”. Ev jî pênaseya PKK’ê û milîtaniya PKK’ê ye. Hakî Karer kesayeta pratîk, zindî ya Rêber Apo ye. Ew kesayeta Rêber Apo ye ku di Hakî Karer de pêk hatiye. Zihniyet, şêwaz, çand, exlaq û pîvanên wî ye. Têgihiştina wî ya jiyan û têkoşînê ye. Di vî warî de naskirina kesayeta Hakî Karer tê wateya naskirina Rêber Apo û PKK’ê. Naskirina Rêber Apo û PKK naskirina Hakî Karer e.

Hakî Karer tê wateya xwedî moral û baweriyeke mezin. Tê wateya dayîna berdêlên mezin. Wateya dilpak û dilvekirî ye. Tê wateya di her şert û mercî de dilsoziya bi Rêbertî, xet, hevrêtî, rêxistin, gel û nirxan re. Kesayetiya Hakî Karer; hestên mezin vediguherin ramanan, ev raman vediguherin hestan, hest û raman wateyekê dibînin û ev yek vediguhere rêxistin û çalakiyê.

Hakî Karer kesayetê hest û ramanên mezin, rêxistin û çalakiyan e. Kesayetiya Hakî Karer ew kes e ku hêza fikir û pratîkê li hev dike û fikir û pratîkê bi hev re pêk tîne. Ew kesayetiyek e ku ne ramanê dixe pêşiya pratîkê û pratîkê dixe pêşiya ramanê.Kesayetiya Hakî Karer kesayeta ku timî li pey Rêbertî dimeşe, her tim wî esas digire û bi qasî ku têdigihîje pêwîstiyan yekser bi cih tîne.

Kesayetiya Hakî Karer; li ser rêxistin, rêxistinbûn, tedbîr û dîsîplînê hatiye avakirin. Şerê li dijî bêrêxistinî, bêdîsîplînê, kêfî û bêtehemûliyê ye. Kesayetiya Hakî Karer tê wateya hilberandin, kedkarî, afirandina nirx û jiyanê û her tim berfirehkirina jiyan û nirxan e. Tê wateya ku ne li ser afirandin û keda kesî nejîn. Wateya jiyanê weke afirandina jiyan û nirxê dibîne û ji bo wê têdikoşe. Kesayetiya Hakî Karer tê wateya; wateya jiyaneke mutewazî bijî. Tê wateya ku ji her cure desthilatdarî û kariyerê dûr bikeve, bi tevahî xizmeta hevrêyên xwe, tevgera xwe û gelê xwe bike. Bi loqmeyek û xirkayekê bijî. Wateya wek derwêşekî, wek pêxemberekî, wek milyaketekê bijî. Xwe û yên li kêleka xwe her tim perwerde bike û kêmanî, nebesî, qelsî, û xeletiyên xwe ji holê rakirine û her tim xwe bike hêza çareseriyê ye. Ti carî bi qelsî, paşverûtî, xeletî û nebaşiyê re najî.

Li kêleka Hakî Karer kes nikarîbû bi xeletî, neyînî û nebaşiyê bijî. Hakî Karer qet vê qebûl nake. Teqez yan wê ji nav xwe derxîne û hêza çareserkirinê bida wî, yan jî eger ew baş nebûya, dê wî li dora xwe negirta. Ji ber vê yekê Hakî Karer xwe perwerde dikir û dibû hînker, kesê ku perwerde dikir wî jî xwe perwerde dikir û di zanebûna rêya serketinê di vir de derbas dibe, de bû.

Hakî Karer tê wateya rêxistinkirina mezin, çalak kirin, bi çalakiyê rêxistinê û bi rêxstinê çalakiyê mezin bike. Ti carî mafê jiyanê nedin bêrêxistinî û bêçalaktiyê û di jiyana xwe de bi cih nekirine. Tê wateya ku bi tu kêmasî, xeletî û xerabiyê re nejîn, tawîzê nedin, pê re îdare nekirine. Tê wateya hevrêyê xwe bi kesê pê re têkildar e bi bandor bike, têxe nava tevgerê, bi hêz bike û serketî bike. Tê wateya li hember her cure metirsiyan hevrêyên xwe û rêxistina xwe biparêze, ger xeteriyek hebe pêşî ew ê rûbirû bimîne, ger xeteriyek hebe ew ê bijî û nehêlin rêxistin û hevrêyên xwe vê yekê bijîn, ew ê pêşî bi xetereyê re rû bi rû bimîne.

Hakî Karer tê wateya; ferdiyetên herî biçûk, li gorî bûyîn û xweperestiyê nejîn, tê wateya têkoşîna li dijî vê yekê. Tê wateya jiyaneke bi temamî li ser bingeha jiyana komunal, jiyana demokratîk û jiyana azad e.

Hakî Karer tê wateya têkoşîna bi zehmetiyan re, têkbirina wan, serketinê ye. Tê wateya teslîmnebûna zehmetiyan, di serketinê de israrkirin û bidestxistina serkeftinê ye. Ev tê wê wateyê ku ti carî tiştê hêsan, rehet, amade naxwaze, ev tê wateya nefretkirina wê. Tê wateya bi têkoşîn û kedê her tiştî biafirîne. Tê wateyaj ji tunebûne afirandine, tiştên heyî mezin kirine û tiştên nû li ser yên heyî zêdekirine.

Têgihiştina partî û rêxistinê ya hevrê Hakî Karer, feraseta rêxistinbûyîna Rêber Apo ye. Rêxistin wî qebûl bike û ji xwe re derfetên xebatê nexwestine. Ji xeynî vê tu tiştî ji rêxistinê naxwaze. Tê wateya ku ji bo rêxistin, gel, azadî û hevrêyan çi pêwîstî pê heye, têkeve nava hewldan û teqez wê biafirîne. Jiyana ku Hakî Karer lê ye tê wateya jiyaneke bi rêxistinî. Hakî Karer tê wateya; li cihê ku ew lê be li wir jiyîna hestên mezin, raman û yekîtiya ruhî ye, li ser vê bingehê birêxistinkirin, çalakî kirin û serketîbûn e.

Hakî Karer tê wateya di her şert û mercî de dilsoziya bi Rêbertî, partî, hevrêtî, gel û azadiyê re girêdayî be. Tê wateya ku ji azadiyê tawîz nede. Tê wateya ku ji bo azadiyê her tiştê xwe deyne holê. Ji bo Rêbertî, ji bo partiyê, ji bo hevrê û gel, ji bo nirxên vî gelî, vê rêxistinê û gel dema pêwîst bike jiyanadeyne holê.

Hakî Karer tê wateya ku ew ne aîdî xwe ye, xwe derbas bike, di xwe de civakbûnê ava bike, xwe li azadiyê kilît bike, hemû jiyana xwe ji bo azadiyê birêxistin bike, jiyana ji bilî vê li xwe heram bike û di serkeftinê de israr bike.

Ya ku di Hakî Karer de tê îfadekirin pêkanîna rêxistinbûn, gel, azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê bû hevrêyekî ku di zayîn, teşekirin û pêşketina tevgerê de xwedî cihekî girîng û diyarker bû. Tevgera me gelek tiştan deyndarê Hakî Karer e û her tim hewl dide vî deynî bide. Ji bo vê jî hevrê Hakî Karer; di dilê PKK'ê, milîtanên PKK'ê û gelê me de cihê wî yê ku nayê rakirin heye. Heya PKK sax be, milîtaniya PKK’ê û gelê Kurdistanê sax be, wê hevrê Hakî Karer jî bijî.

Hakî Karer ketiye dil û mejiyê gelê Kurd. Di nava hucreya herî biçûk a PKK û milîtaniya PKK’ê de ye. Hakî Karer di vî warî de nemir bûye. Hakî Karer nemiriye û îro jî dijî. Bi PKK’ê re dijî.

TOLA HAKÎ KARER MEZIN HAT RAKIRIN

Nasname, kesayet û taybetmendiyên PKK’ê ev in. Nasname û taybetmendiyên milîtaniya PKK’ê ye. Ev formek mezin a têgihiştinê ye. Tê wateya ku di dîrokê de cewher û utopyayên mirovahiyê bijî. Di vî warî de Hakî Karer tê wateya jiyîna mirovatiyê, jiyîna cewherê mirovahiyê, lêgerîn, armanc, hedef û xeyalên wî û ji bo pêkanîna pêdiviyan bi moral, bawerî û fedekariyeke mezin têbikoşe.

Şehadeta Hakî Karer windahiyeke mezin e. Diviyabû ev windahiya mezin bihata telafîkirin, valahî bihata dagirtin û li hemberî komployê tola mezin ji dijmin bê hilanîn. Dilsoziya bi Hakî Karer re jî vê pêwîst dikir. Û wisa jî çêbû. Kesên ku Hakî Karer qetil kirin hatin şopandin û tola wî hat hildan. Ya rastî tola mezin partîbûyînê hat hilanîn û Hakî Karer nemir kir. Bi vê bersiva ku ji bo bîranîna Hakî Karer hat dayîn, bi têkneçûna vê tevgerê û gel hate misogerkirin. Bi vî awayî komployeke mezin di dîroka gelê Kurdistanê de veguherî serkeftineke mezin û pêşketineke mezin a dîrokî derket holê ku careke din dubare nebe. Bi vî awayî şehadeta Hakî Karer bû sedema nivîsandina dîrokeke mezin, serhildaneke mezin û afirandina nirxan.

Bersiva şehadeta Hakî Karer bû sedema geşedanên ku em dikarin girîngiya dîrokî binirxînin. Çarenûsa gelê Kurd guherî. Gelê Kurd dîroka xwe ya naskirî ya serhildan û têkçûnê hilweşand. Rêxistin, rêbertî û têkoşîna ku serkeftinê misoger dike bi dest xistiye. Di vî warî de şehadeta Hakî Karer di dîroka Kurdistanê de bû destpêka qonaxeke nû. Dema ku mirov li ser bîranînên wan bimîne, neçar e ku şahidiyên mezin encamên wiha mezin çêbikin.

Rêber Apo ev şehadeta mezin heta şaneyên xwe jiya, ji bo wateya wê têkoşiya û li ser vê bingehê bi afirandina PKK’ê re gelê Kurdistanê kir rêxistiniyeke mezin, pêşeng û hêzeke mezin a çalakiyan û nemir kir.

Di şexsê PKK’ê de; li ser vê bingehê yekîtiya hest, raman, ruh û şêwazê pêk hat. Ev tê wê wateyê ku kesayeta Hakî di kesayetan de temsîla xwe dibîne. Hevrê Hakî Karer yek ji wan hevrêyên kêm bû ku karîbû kesayeta ku sîstemê afirandî û teşekirî derbas bike û ji xwe re kesayet û civakek nû ava bike. Bi van taybetmendiyan Hakî Karer; di dil û mêjiyê xwe de nirxên demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê yên hemû mirovahiyê, nirxên gelê Kurd ên ku Rêber Apo di PKK’ê de sentez kiriye û wate daye van nirxan kiriye. Ji ber ku li ser van taybetiyên mezin pêşketiye û ava bûye, pêkanîna PKK’ê pir mezin bû.

Ger PKK ew qas mezin bûbe û têk naçe, di civaka Kurdistanê de rê li ber hilweşînan vekiribe û ev bûbe sedema serhildanên mezin û geşedanên mezin, kesayeta Hakî Karer bûye bingeha vê yekê. Di vî warî de kesayeta Hakî Karer di gihandina komê li welat, kokbûna wê li welat, mezinkirina wê, têkbirina wê û li ser vê bingehê di pêşxistina partiyê, kesayetî û naskirina nasnameyê de xwedî roleke mezin e. Bingeha van hemû geşedanan di hewldana fikir û pratîka Hakî Karer de ye.

Hakî Karer, milîtanê herî baş ê pêşeng ê vê serdemê ye, yek ji hevrêyên ku rola xwe bi temamî bi cih aniye. Ger em îro gihîştine van nirxan, van derfetan, pêwîste keda vî hevrêyî esas were dîtin. Ji ber vê yekê divê em her tim deyndarê vî hevrêyî ne û di her şert û mercî de vî deynî bidin. Pêwîste ev deyn hem ji bo gelê Kurdistanê û hem jî gelên din were dayîn. Ji bo armancên Rêber Apo daniye holê pêk werin divê xwedî vê hewldana mezin bin.

Ger di PKK’ê de netewperestî û tengbûn pêşneketibe, di PKK’ê de feraseta hezkirin, dilsozî û xizmeta gel pêş ketibe, ev ji ber wê ye ku hevrê Hakî û Kemal bi Rêber Apo re gavên destpêkê avêtin û heta ku şehîd bûn jî bi Rêber Apo re dilsoz man. Ger PKK ev qas paqij maye û dilan feth kiribe, ger îro gelek şoreşger, gel û hêzên têkoşîna demokrasî û azadiyê ve tê nirxdarkirin û ev hêz ji PKK’ê îlhamê digirin, ev yek bi tevahî ji rastiya hevrê Hakî û Kemal di pêşketin û teşekirina vê tevgerê de bi Rêber Apo re têkildar e. Ger em hevrê Hakî Karer bi vî rengî fêm bikin û pêwîstiyên vê di pratîkê de di xwe de pêk bînin, em ê ne tenê Hakî Karer rast fêm bikin, em ê PKK û Rêber Apo rast bijîn, fêm bikin û bijîn.