Hêzên Şamê 4 ciwan li Derayê girtin

Hêzên hikumeta Şamê 4 ciwanên ji paytexta Sûriyê Şamê ku berê ˊlihevkirinˊkiribûn girtin.

Hêzên Şamê 4 ciwan li Derayê girtin
27 gulan, 2024   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn leşkerên rêbenda kontrolê ya ˊMenket El Hetebˊ a hêzên hikumeta Şamê ya li bakurê Derayê 4 ciwan girtin. Ew ciwan ji paytexta Sûriyê Şamê ne û yek ji wan çalakvanê ragihandinê ye. Sedemên girtina wan jî hîn ne diyar in.

Li ser paşxaneya girtinê aloziyî derket û komeke çekdar a herêmê li bajarê Inxil ê rojavayê Derayê navenda çandê ku tê de leşkerên hêzên Şamê bi cih bûne, dorpêç kir û banga serbestberdana wan ciwanan kir.

Tê zanîn ku her çar ciwan di komên xwecih de beşdar bûbûn û di sala 2018'an de derbasî ˊpergala lihevkirinêˊ bûbûn.

Hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê girtina welatiyan didomîne. Têkildarî wê, SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka meha Gulanê ve 19 welatî, ji wan 2 jin hatine girtin.

(mh)