Cotkar daxwaz dikin ku qeyda elektronîk were sererastkirin

Li Sûriyeyê cotkarên genim ji ber qeyda elektronîk zehmetî dibînin. Cotkar daxwaz dikin ku ev sîstema qeyda elektronîk were rakirin an jî sererast bikin.

Cotkar daxwaz dikin ku qeyda elektronîk were sererastkirin
Cotkar daxwaz dikin ku qeyda elektronîk were sererastkirin
Cotkar daxwaz dikin ku qeyda elektronîk were sererastkirin
Cotkar daxwaz dikin ku qeyda elektronîk were sererastkirin
12 hezîran, 2026   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku firotina genim a sala 2026`an dest pê kir li gelek parêzgehên Sûriyeyê cotkar gazincan ji qeyda elektronîk dikin. Cotkaran ditirsin ku berhema xwe wenda bikin û ziyaneke mezin bibînin.

Li gorî daneyên Wezareta Çandiniyê îsal derdora 1.2 milyon hektar genim hatiye çandin. Her wiha plansaziya wan a çandina genim ji sedî 86 pêk hatiye. 501 hezar hektar avî û 763 hezar hektar bejî bûne. Li gorî daneyên fermî hilberîna genim ya îsal dê bi qasî 2.3 milyon ton be.

Saziya Dexlan a Sûriyeyê ji bo girtina genim ji cotkaran sîstema, qeyda elektronîk çêkir.  

Cotkaran diyar kir ku di encama qeyda elektronîk de gelek pirsgirêk derketine. Her wiha cotkaran da zanîn ku pirsgirêk ji mewsimê çinînê dest pê dike, divê ew berî mewsimê çinînê dest pê bike derasa bigirin. Piştî ku mewsim radikin ew neçar in genimê xwe li cihekî deynin û bi rêya qeyda elektronîk li benda dora xwe bimînin.

Li gorî cotkaran heke genim demeke dirêj li derveyî navendên depokirina genim bimîne dibe ku were dizîn, bişewite yan jî ji ber rewşa hewa ziyanê bibîne.

Ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî cotkaran anîn ziman ku şebekeya Syriatel nîne û ew gelekî zehmetî dibînin heyanî ku navê xwe qeyd dikin. Her wiha cotkarên bi temen mezin zehmetî dibînin û li gundan înternet gelekî lewaz e, ev jî li pêşiya qeydkirina cotkaran dibe asteng.

Cotkaran daxwaz kirin ku qeyda elektronîk were rakirin an sererast bikin. Pêşniyar kirin ku li ser sîstema kevn xwe qeyd bikin an jî li gorî rewşa gundan û şert û mercên cotkaran sîstema qeydkirine deynin.

Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku navendên depokirina genim zêde bikin û genim were parastin.

Genim îsal bi rêya qeyda elektronîk tê wergirtin. Ev qeyda elektronîk ji aliyê Saziya Dexlan a Sûriyeyê ve hatiye danîn. Cotkar divê destpêke hesabê xwe çêkin, sicîla xwe û numareya telefona xwe deynin. Piştre şîfre ji wan re tê. Piştî ku dikevin hesab divê têkildarî erdê xwe yê çandiniyê, cureyê genim, hejmara erebeyên veguhastinê û miqdarê genim agahiyan bide. Parêzgeh û navenda ku genimê xwe lê deyne diyar bike.

Piştî ku sicîla cotkaran tê lêkolînkirin, dora wan tê qeydkirin. Piştî ku kamyonên genim digihêjin navendên depokirina genim, cureya genim tê kontrolkirin û tesbîtkirin. Piştre li gorî buhayê genim ê hatiye diyarkirin genim ji cotkaran dikirin û pereyên wan didin wan.

Aliyên têkildar anî ziman ku wan ji bo birêxistinkirina genim qeyda elektronîk daniye. Cotkar jî dibêjin ev sîstem dê ziyanê bide mewsima wan a genim û xwest were guhertin an jî were sererastkirin.

(np)

ANHA