Lêkolînerê siyasî: Diyaloga neteweyî şert e

Lêkolînerê siyasî got pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye ku desthilatdariyê asteng bike û bi diyaloga neteweyî ya berfireh were nivîsandin.

Lêkolînerê siyasî: Diyaloga neteweyî şert e
12 hezîran, 2026   04:47
NAVENDA NÛÇEYAN
MEDYA HENAN

Li Sûriyeyê mijara girîngiya destûreke nû û di dema pêş de modela dewletê û misogerkirina maf û azadiya gelan gelekî tê nîqaşkirin. Lêkolînerê siyasî Samir El Dahî têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî.

Samir El Dahî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li Sûriyeyê pirsgirêk ne di prensîbên destûrê de ye, destûrê ku heyî nakeve piratîkê de û pêk nayê. Destûreke ku tenê slogan tê de hebin tu wateya xwe nîn e. Divê destûr krîzan çareser bike. Di dîrokê de li Sûriyeyê ji ber desthilatdariyê gelek krîz çêbûn. Di destûra nû de divê garantî were dayîn ku navendîbûn nebe. Prensîbên herî girîng ne daxuyaniyên giştî ne li şûna wê zagonên ku divê werin kirin in. Mînak divê were qedexekirin ku desthilata ewlehî û siyasî ne di destê yek kesî de be. Bi rêya mekanîzmeyên destûrî wek şopandina parlamentoyê saziyên ewlehiyê werin kontrol kirin û aliyê îdarî û darayî de ne ser bixwe bin. Her wiha divê desthilata rêveber li ser desthilata dad û zagonsaz ne serwer be. Artêşa destwerdana siyasetê neke, terfîkirina payabilind bi mekanîzmayên sazûmanî ne bi yê siyasî ve girêdayî bin.”

Ji bo girîngiya rêveberiya nenavendî El Dahî wiha got: “Rêveberiya nenavendî girîng e, ji bo parêzgeh xwe bi rê ve bibin û pêdiviyên xwe yên xizmetguzarî pêk bînin, divê mekanîzmayên rast werin diyarkirin. Desthilata dadê serbixwe be û ya herî girîng ew e ku yekitiya welat çêbibe. Pirsgirêkên Sûriyeyê ne di destûran de ye, pirsgirêk di desthilata rêveber de ye. Di hinek pêvajoyan de destûr baş bûn lê belê artêş û saziyên ewlehiyê ji derveyî destûrê tev digeriyan û bû sedema ku navendîbûna biryara siyasî ji civakê qut be. Pirrengiya Sûriyeyê veneguherî sazî hate înkarkirin. Navendên hêzê ji derve bûn ji ber vê yekê destûr welat ne parast. Çiqasî navenda hêzê lewaz bibe ew qasî krîz li welat çêdibin.”

Ji bo parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê El Dahî wiha axivî: “Pirrengiya Sûriyeyê ev bûye bi salan tê paşguhkirin. Di vê tecrube ji vê yekê were girtin û dubare nebe. Ne ku welat were parçekirin lê divê Sûriyeyê bi rêbazên siyasî û sazî yên nerm were birêvebirin.”

Têkildarî garantîkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê wiha got: "Garantiya mafên pêkhateyan tenê bi zimanê destûrê pêk nayê, divê desthilatî were belavkirin. Eger destûr nedin ku parêzgeh mûçeya xwe ji bo çareserkirina pirsigirêkên xwe yên perwerde, tenduristî û şaredariyan bide bikar anîn wê demê rêveberiya nenavendî pêk nayê. Her wiha pêwîste di destûrê de mûçe bi edalet li gorî rewşa parêzgehan û pîvanên qanûnî ne siyasî were belav kirin. Çanda herêmî pêşbixînin û zimanê herêmî yê hilbijêr bibe meteryalên fermî yên perwerde."

El Dahî ji bo sîstema rêvebirina Sûriyeyê wiha got: “Zêdetir li ser destûr tê nîqaşkirin lê belê pirsgirêk ne di hilbijartina sîstema rêveber an jî parlamantoyê de ye, ya girîng ew e ku zordarî venegerê. Serokê welat were hilbijartin û derfetên wî di ewlehî û siyaseta derve de sînordar bin, hikumet li pêşiya parlamento berpirsyartiya dosya aborî û xizmetguzarî rabike, parlamento jî bikarbe hikumetê bugherînê bê ku tevlîhevdî di destûr de çêbibe. Divê li ser asta herêmî xwe birêve bibin. Hemû parêzgeh dûrî nasnameya wan a siyasî, etîkî û mezhebî li ser sîstema nenavendîbûnê xwe birêve bibin. Eger cûdahî têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê dibe ku bibe sedema dîsa şer û pevçûn çêbin.”

Lêkolînerê siyasî Samir El Dahî di dawiyê de wiha got: “Pêşniyarê min mecliseke pispor ê demkî were avakirin. Bibe mîna odeya duyemîn a parlamento, li ser bingehê tecrûbe û pisporiyê endamên meclisê werin hilbijartin, endamên meclisê piştî erekirina parlamento û serokê komarê werin tayînkirin. Ev meclis di salekê de reşnivîsa destûr amade bike. Piştre vê reşnivîsê li hemû parêzgehan pêşkêşî diyalokeke neteweyî bikin. Bi civaka sivîl û hêzên herêmî re nîqaş bikin. Divê li ser bingehê têbiniyên ku li ser reşnivîsê hatine, reşnivîs were sererastkirin. Di dawiyê de berî referandumeke giştî reşnivîs pêşkêşî parlamentoyê nû bikin da ku nêrîna xwe bide.”

(np)

ANHA