Li hewşa xwe gelek cureyên sebzeyan çandin

Li gundê Zexîra yê Çilaxayê welatiyekî gelek cureyên sebze li hewşa mala xwe çandine.

12 hezîran, 2026   06:18
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Nîdal Elî ji gundê Zexîra yê girêdayî Çilaxayê ye. Nîdal li çanda berê ya gundan vegeriyaye û li hewşa mala xwe sebze çandine. Rewşa Sûriyeyê ya aborî, siyasî û ewlehî bûbû sedem ku şênî ji vê çandê dûr bikevin û pêdiviyên xwe yên sebzeyan ji bazarê bikirin.

Nîdal Elî (42) sûd ji hewşa xwe girt û gelek cureyên sebzeyan lê çandin. Li şûna ku biçe sebze ji bazarê bikire, wî bi xwe sebze çandin û pêdiviya malbata xwe pêk tîne.

Elî li gorî hemû demsalên salê sebze diçîne. Ji destpêka salê heyanî dawiya salê li hewşa mala wî sebze peyda dibin. Ew firingî, bacanên reş, îsot, pîvaz, sîr, bexdûnis, reşad û gelek cureyên dîtir ên sebzeyan diçîne.

Elî hem pêdiviyên xwe yên rojane pêk tîne û hem jî ji bo demsala zivistanê sebze hişk dike û radike. Her wiha Elî sebze li ser mirov û cîranên xwe jî belav dike û berhemên baxçeyê xwe bi wan re parve dike.

Elî ji ajansa me re axivî û got li malê çandina sebzeyan paqij e û wiha axivî: “Sebzeyên li bazarê têne firotin ji bo zû derkevin û hilberîn zêde be, gubreya kîmyewî didin bikaranîn û ne diyar e ku bi kîjan avê av didin. Lê li malê çandina sebzeyan baştir e. Em pêdiviyên xwe yên salê ji baxçeyê xwe yê sebze werdigirin. Ez bi hêvî me ku hemû xelk li hewşên malên xwe sebze biçînin û em çanda xwe biparêzin.”

(np)

ANHA