Cosêf Ewn: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê danûstandin bi Îsraîlê re bên kirin

Serokê Lubnanê Cosêf Ewn got ku Lubnan nikare li derveyî pêvajoya çareseriyên herêmî bimîne û destnîşan kir ku ligel guhertinên siyasî yên li herêmê, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dan û standin bi Îsraîlê re bên kirin.

Cosêf Ewn: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê danûstandin bi Îsraîlê re bên kirin
13 cotmeh, 2025   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya serokatiya Lubnanê, serokê Lubnanê Cosêf Ewn di daxuyaniyên xwe yên li pêş şandeyek ji ragihandinên aborînenas de diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Îsraîlê re, divê danûstandin pê re werin kirin.

Ewn diyar kir ku berê jî Lubnanê bi navbeynkariya Amerîkayê dan û standin bi Îsraîlê re kiribûn, di encamê de peymanek ji bo nexşekirina sînorên deryayî hatibû îmzekirin.

Ewn pirsî ku: "Çi rê li ber dubarebûna heman tiştî digire ku çareserî ji bo pirsgirêkên heyî werin dîtin, nexasim  ji ber ku şer tu encam pêk neanî? Ji ber ku tu bijarteyek din piştî ceribandina şer û wêraniyê nebûn, Îsraîlê berê xwe da danûstandinên bi Hemasê re."

Ewn diyar kir ku atmosfêra giştî ya çareseriyan e, divê dan û standin bên kirin, lê şeklê dan û standinên divê wê demê were diyarkirin.

Ewn anî ziman ku "Em nikarin li derveyî rêveçûna heyî ya li herêmê bimînin. Ew rêveçûna çareserkirina krîzan e û divê em jî di nav de bin. Ji ber ku êdî derfeta tehemûlkirina şer, wêranî qetilkirin û koçberkirinê nîn e."

(mh/fr)