Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên Filistînî berdan

Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbesta li Xezayê de wê nêzî 2 hezar girtiyên Filistînî berdan. Hemasê jî got ku ji nav girtiyên hatine berdan kesên ku cezaya hetahetayî lê hatibûn birîn hebûn.

Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên Filistînî berdan
13 cotmeh, 2025   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatên Girtîgehên Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbestê ya li Xezayê de nêzî hezar û 969 Filistînî hatine berdan. Ev yek piştî ku Ketîbeyên El Qesam ên girêdayî Tevgera Hemasê tevahî rehîneyên Îsraîlê yên sax di çarçoveya qonaxa destpêkê ya plana Trump de berdan, pêk hat.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Dîlgirtiyan jî daxuyand ku 154 Dîlgirtiyên Filistînê yên ku Îsraîlê berdane, gihîştine Filistînê.

Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, ji girtiyên ku hatine berdan kesên cezaya hetahetayî lê hatibûn birîn ku ew jî endamên komên çekdar ên Filistînê ne, hebûn.

(mh/fr)