Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî

Şêniyên gelek deverên kantona Cizîrê di vê dema salê de dest bi seyandina serbanên malên axî dikin. Wek kevneşopeke ku nirxên jiyana komînal nîşan dide, şênî xebatên seyandinê bi awayekî hevbeş pêk tînin.

Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
Nimûneyeke jiyana komînal; seyandina xaniyên axî
14 cotmeh, 2025   05:41
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Gelek şêniyên gundewarên bajarê Şedadiyê ya kantona Cizîrê, hîn jî xaniyên xwe yên ji axê diparêzin, ji ber ku li gorî xweza û avhewaya herêmê guncawtir in.

Xebateke kevneşopî jî xebatên seyandina serbanê malên axî ye. Şênî salane bi nêzîkbûna demsala zivistinê re dicivin da ku serbanên malên xwe biseyînin, berî ku baran bibare.

Hesen El Selman, şêniyê gundê El Bejdelî yê Şedadiyê ye, diyar kir ku şêniyên herêmê heta nia jî malên xwe bi axê ava dikin, ji ber ev lêçênên vê şêweyê avakirina kevneşop pir kêmtir e li gorî avakirina bi betonê.

El Selman wiha zêde kir, "Piraniya şêniyên gundan ên li erêmê di xanîyên ji xakê de dijîn, ji ber ku ew ji xanîyên çîmentoyê erzantir in û di havînê de sar û di zivistanê de germ in. Her sal, berî demsala zivistanê, em serbanê diseyênin da ku ava baranê derbas nebe."

Tişta balkêş di kar û xebatên seyandinê de ne ew kar bi xwe ye, lê rihê hevkariya civakî ye. Karê seyandinê ne tenê xwediyê xanî dike, lê berlê hemû xizm û cîran alî hev dikin û bi hev re xaniyên xwe diseyênin. Ev xebta û kevneşopiya civakî ya resen e ku nirxên xebata momînal û alîkariyê nîşan dide.

Tevî guherîna şêwazên jiyanê jî, lê xanîyên axî yên li gundewarên Şedadê, bûne beşeke bîrdanka civakê û sembola girêdana bi axê ve.

(k)

ANHA