‘Pêşxistina şoreşê û parastina keda jinan peywira rojnamevanên jin e’

Rojnamevan Stêrk Gulo bi boneya Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd axivî û diyar kir ku di pêvajoya heyî de peywireke rojnamevanên jin jî pêşxistina şoreşê û parastina keda jinan e.

‘Pêşxistina şoreşê û parastina keda jinan peywira rojnamevanên jin e’
8 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

JI pêşengên çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz di 1995`an de berê xwe dide çiyayên azad û 7`ê Cotmeha 1997’an bi êrişeke dewleta Tirk a dagirker şehîd dibe.

Di Konferansa Jinên Kurd a li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya sala 2013`an de Yekitiya Ragihandina Jinan (RAJIN) hate avakirin û roja şehadeta Gurbetelli Ersoz wek Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd hate ragihandin.

Rojnamevanên jin ên Kurd li bajar û çiyayên Kurdistanê li pey şopa heqîqetê vê mîrateyê didomînin.

Der barê mijarê de rojnamevan Stêrk Gulo ji ajansa me re axivî.

Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd li hemû rojnamevanên jin pîroz kir û got: “Ez bejna xwe li beramberî hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînim. Bila ev roj bibe rojeke ku em wek rojnamevan di derxistina heqîqetê de bi biryar bin.”

Stêrk Gulo destnîşan kir ku cîhan di nava şereke dijwar de ye, qurbaniyên vî şerî jî bi piranî zarok û jin in û wiha axivî: “Ew qas êriş encama hişmendiya zayendperest in, îro roj hêzên hegemon li herêmê xwe dispêrin vê hişmendiyê. Derxistina rastiya van kirinan dikeve ser milê çapemaniya azad û kedkarên jin, rastiya vî şerî incex bi pênûsa jinên azad, kamera û wêneyên wan derkevin.”

Stêrk Gulo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsyariyeke rojnamevanên jin ya exlaqî jî ew e ku mafên jinan biparêzin, têkoşîna jinan vebêjin û wiha dom kir: “Peywira me ye ku em vê hişmendiya baviksalar û hegemonîk deşîfre bikin.”

Stêrk Gulo da xuyakirin ku kedeke mezin a kedkarên çapemeniya jinan di şoreşa Rojava de heye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de divê bêhtir têkoşîn mezintir bibe, bi her du destên xwe em vê şoreşê hembêz bikin û em bibin reng û dengê şoreşê.”

Rojnamevan Stêrk Gulo bal kişand ser tişta ku ji rojnamevanên jin tê xwestin û da zanîn ku divê rojnamevanên jin li hember xeta xiyanetê û hişmendiya zayendperest xebatên xwe bidomînin û wiha domand: “Zehmetî hene, lê ez di wê baweriyê de me ku kesên ku ji bo sîstema desthilatdar xebatê dikin, wê nebe rastiyek ku jin xwe tê de bibînin û jin nekarin di çapemeniya desthilatdar bi rastî xwe îfade bike. Ew hiş û aqilê jinan ji xwe re bi kar tîne. Her wiha bedena jinan jî bi kar tîne.”

Her wiha Stêrk Gulo destnîşan kir ku divê kedkarên jin sîwana çapemeniya azad wek biryargeheke têkoşînê ji xwe re bibînin.

ANHA