Çeteyên hikumeta demkî êriş kir: Şehîd û birîndar hene

Komên çete yên hikumeta demkî li gundekî Reqayê êrişî şervanên QSD’ê kir. Li herêmê pevçûn didomin.

Çeteyên hikumeta demkî êriş kir: Şehîd û birîndar hene
17 ÇILE, 2026   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên hikumeta demkî li dijî şervanên wan êriş pêk aniye û di encamê de şehîd û birîndar çêbûne. 

 Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Piştî êrişa xayinane ya a komên hikumeta veguhêz ên li ser nuqteyên me, li herêma Dibsî Efan a rojavayê Reqayê pevçûn derketin. Ev êriş binpêkirineke aşkera ya lihevkirinan e ku bi sponseriya hêzên navneteweyî çêbû.

Li gorî lihevkirinê, divê agirbest çêbibe û di nava 48 saetan de hêzên me ji bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê vekişin. Lê beriya ku vekişîna hêzên me temam bibe, hikumeta Şamê konvoyên leşkerî, çekên giran û tank derbasî bajaran kirin û êrişî şervanên me kirin. Di encamê de hejmarek şervanên me şehîd bûn.

Em diyar dikin aliyên ku lihevkirin binpê kirine û xayintî li hêzên me kirine berpirsên vê rageşiyê ne. Her wiha em hêzên navneteweyî yên sponser wekî berpirsên vê rûdanê dibînin. Em bang li wan dikin ku destwerdanê bikin, binpêkirinan rawestînin û rê nedin ku rewş aloztir bibe."

(b/a)