Ciwanên Helebê: Em li gorî fikr û felsefya Rêbertî tev digerin

Ciwanên Helebê bal kişand ser nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji hêza ciwanan bawer e ku dikarin pirsgirêkên dîrokî derbas bikin û projeya neteweya demokratîk bi ser bixin. Ciwanan got ew bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.

Ciwanên Helebê: Em li gorî fikr û felsefya Rêbertî tev digerin
27 îlon, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan 13’ê Îlonê ji bo Festîvala 33’yemîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî re ku li bajarê Dortmund ê Almanyayê pêk hatibû, nameyek şand. Rêber Adullah Ocalan di nameyê de got: "Hûn ên ku li Ewropayê dijîn, hûn ji mecbûrî û ji ber zextan çûn wir. Lê bi pêşveçûna pêvajoya ku me daye destpêkirin, vegera we ya li welêt, dê bibe deriyê destpêkeke nû. Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe rehên xwe parastin; we li ser her zemînê têkoşînê domand."

Ciwanên Helebê diyar kir ku ew li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan tev digerin, asta xwe ya zanistî bi pêş dixin da ku azadî û demokasiyê ava bikin.

Ciwana bi navê Rojiyan Hisên anî ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a der barê ciwanan de girêdana wê ya bi fikr û felsefeya wî zêdetir kir, di heman demê de moral da wê da ku meşa têkoşînê bidomîne. Rojiyan got: "Di vê pêvajoyê de ev name ji bo me bi nirx e û gelekî watedar e."

Rojiyanê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan bang li ciwanên li derveyî welat kiriye ku vegerin welêt. Her wiha destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji hêza ciwanan bawer e ku dikare guhertinê biafirînin û bingehên civaka demokratîk li Rojhilata Navîn bisepînin.

Rojiyan Hisên bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku li gorî bangên Rêber Abdullah Ocalan xwe di nava komîn, xebatên çand, huner, dîrok û ziman de bi rêxistin bikin. Her wiha anî ziman ku ew pabendî fikr û felsefeya Rêbertî ne.

Ciwanê bi navê Raman Mihemed jî destnîşan kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji ciwanan re xwedî wate û hestên bi nirx in. Raman bang li ciwanan kir ku nameyê fêm bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em xêz û gotinên nameyê baş fêm bikin. Divê em layîqî berpirsyariyên ku Rêbertî daye me bin û dilsozên doz û şoreşa xwe bin."

Raman got, divê ciwan beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin, xwe pêş bixin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.  

Gulistan Mistefa jî îşaret pê kir ku ev ne nameya yekemîn e ku Rêber Abdullah Ocalan tê de rewşa ciwanan dinirxîne û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di vê nameyê de jî careke din teqeziyê li ser rola ciwanan di parastina nasname û hebûnê de dike.

Gulistanê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku pergalên serdest bi hemû cûreyên şer ciwanan dike hedef û destnîşan kir ku rûxandina û rabûna her neteweyekî girêdayî asta zanebûn û rêxistinbûna ciwanan.

Gulistan Mistefa diyar kir ku sedema giraniya ku Rêber Abdullah Ocalan daye ciwan bi van gotinan  şîrove kir: "Rêber Apo ji hêza ciwanan e ku dikarin astengiyan derbas bikin û projeya neteweya demokratîk serbixin." Gulîstanê bang li ciwanan kir ku perwerdeyan zêde bikin, girîngiyê bibin Manîfestoya ’Aştî û Ciwana Demokratîk’ wekî bingeha azadiya neteweyî û veguhertina demokratîk.

(bb)

ANHA