Oldar: Hevgirtin bingeha avakirina yekitiya nîştimanî ye

Oldaran diyar kir ku nirxên jiyana hevbeş a di navbera ol û baweriyan de, bingehên avakirina civakek hevgirtî ne.

Oldar: Hevgirtin bingeha avakirina yekitiya nîştimanî ye
Oldar: Hevgirtin bingeha avakirina yekitiya nîştimanî ye
Oldar: Hevgirtin bingeha avakirina yekitiya nîştimanî ye
27 îlon, 2025   03:35
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Di demên dawîn de li Sûriyeyê kîndarî û gotinên provokatîk li hemberî mezheb û aliyên siyasî, bi taybetî ji aliyê medyaya girêdayê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, zêde bûne.

Serokê Komîteya Kar û Barên Mizgeftan a Kongreya Îslama Demokratîk- Şaxê Hesekê, Ehmed El Casim diyar kir ku kongreya wan banga hezkirin û hevgirtina di navbera hemû ol û mezheban de dike.

El Casim destnîşan kir ku ew demokasiyê ji tevahî gel û pêkhateyên li herêmê dixwazin û got, Kongreya Îslama Demokratîk xwe dispêre rêgezên edalet û wekheviyê.

El Casim diyar kir ku divê mafên jinan di hemû qadan de werin mîsogerkirin ku ji ber urf û adetên paşverû jê bêpar hatibûn hiştin. El Casim bi domdarî got: "Îslam tevahî azadî daye jinan. Em jî hewl didin vê yekê di sazî û di nava civaka xwe de pratîze bikin."

Rêvebrê Kar û Barên Rêxistinkirina Mizgefan li bajar û gundewarê Hesekê Mihemed Emîn Qasim jî da zanîn ku ola îslamê ji bo bihêzkirina nirên xwişk û biratiya gelan hatiye. Her wiha bi bîr xist ku pêxember Mihemed nimunyeke zindî ya efûkirin û pêkvejiyana aştiyane pêşkêş kir.

Qasim anî ziman ku îslam menbera efûkirin û jiyana hevbeş e, zemîna xurt a xwişk û biratiya di navbera hemû pêkhateyan de, ne dika nîjadperestî û cûdekariya di navbera gelan de ye.

Mihemed Emîn Qasim di dawiya axaftina xwe de got: "Ev nirx di pêvajoya heyî de gaveke esasî ber bi sepandina demokrasiya rasteqîn, jiyana hevbeş û yekrêziya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ve ye."

(bb)

ANHA