Ji bo şikandina ambargoyê li Siwêdayê kampanyaya "Daxuyaniya Ard"

Çalakgerên civaka sivîl li Sûriyeyê ji bo şikandina ambargoyê ji ser Siwêdayê, bi rêya kampanyayeke elektronîk ku ji Derayê de dest pê dike zextê li hikumeta veguhêz dikin. Ew kampanya dişibe ya ku di 2011ˊan de li dijî rejîma Sûriyeyê ya berê ji bo Derayê hatibû destpêkirin.

Ji bo şikandina ambargoyê li Siwêdayê kampanyaya "Daxuyaniya Ard"
26 îlon, 2025   16:33
SIWÊDA

Ji duh danê nîvro ve, çalakgeran bi navê "Daxuyaniya Ard" li ser medyaya dîjîtal kampanyayek da destpêkirin. Bi vê kampanyayê îşaret bi hevgirtina Sûriyeyiyan bi xelkê Siwêdayê re tê kirin ku ew zehmetiya nebûna ard di firnan û aşan de dikişînin. Ji ber ku desthilatên hikumeta veguhêz rê nadin ku ard derbasî Siwêdayê bibe.

Li gorî çalakgeran, bi vê kampanyayê hewl tê dayîn ku zextê li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bikin ku derbaskirina ard hêsan bike û ji nû ve para bajêr û gundewar bidiniyê. 

Ev kampanya dişibe ya ku di Nîsana 2011ˊan de, bi destpêkirina krîza Sûriyeyê, ya ji hêla ciwana ji xelkê Siwêdayê dabû destpêkirin. Armanca wê ew bû ku ambargoya ku rejîma berê li ser Derayê danîbû were şikandin.

Kampanyaya "Daxuyaniya Ard" a ku çalakger Mecid Ebazîd ê ji Derayê daye destpêkirin, di medyaya dîjîtal de di çend saetên borî de cihek mezin girt. Gelek çalakgeran bi gotina "Ez îmze dikim" piştgirî da.

Di "Daxuyaniya Ard" de, çalakvan dorpêçkirina Derayê di Nîsana 2011an de bi bîr xist û wiha nivîsand:

"Wekî kurekî Derayê ku di Nîsana 2011’an de, rejîma Esed dorpêç li ser bajarê me pêk anî, ez îro Daxuyaniya Ard dinivîsim ji bo hevgirtina bi Swêdayê re ji bo rakirina dorpêçê. Ez îlhamê ji Daxuyaniya Şîr digirim ku ji aliyê xelka Siwêdayê Rîma Fleihan ve berî 14 salan hatiye nivîsandin, dema ku wê daxwaza rakirina dorpêça li ser Derayê û gihandina şîr ji bo zarokên wê kir."

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku prensîbên Şoreşa 18’ê Adarê tînim bîra xwe , ku li dijî zordariyê derket û ji roja xwe ya yekem ve çekên birçîbûn û dorpêçkirinê red kir, û bawer kir ku rûmeta mirovan û mafê jiyanê divê wekî kartek şantajê di destê tu desthilatdariyê de neyê bikar anîn.

Ev daxuyaniya ku ji aliyê çalakvanan ve wekî "Daxuyaniya Şîr a Duyemîn" hatiye binavkirin, veguheriye kampanyayek serhêl, çalakvan wê li ser rûpelên xwe parve dikin û îmzeyên xwe yên sembolîk lê zêde dikin.

Di heman demê de, niha li Siwêdayê aloziyeke mirovî heye, nan ji ber kêmbûna ard 4 roj li pey hev nayê peyda kirin.

Dorpêçkirin di Tîrmeha vê salê de dest pê kir, piştî êrişa li ser gundewarê Siwêdayê ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî ve.

(fr/ac)