Li Herêma Mezê ya Şamê teqîn; kuştî hene

Beriya çend kêliyan li herêma Mezê ya Şamê, ji ber ketina moşekan li derdora dibistana 86ˊan û Vêlat Xerbiyê, rêzeteqînên li pey hev çêbûn. Bi wê re ambulancan berê xwe da cihê bûyerê. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li Herêma Mezê ya Şamê teqîn; kuştî hene
14 mijdar, 2025   22:33
ŞAM

Li Şamê beriya çend kêliyan teqînên li pey hev li herêma Mezê çêbûn. Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku moşek li nêzî Supermarketa Fadî ya li herêma Mezê-Dibistana 86ˊan ketine. Bi wê re ambulancan berê xwe da cihê bûyerê.

Nûçegihan agahî da ku moşekek jî li nêzî Mizgefta El Rehman a li Mezê Vêlat Xeriyê ketiye.

Di heman demê de medyaya dîjîtal jî ragihand ku dengên 3 teqînan li taxa Mezê hat bihîstin. ambulancan berê xwe da cihê teqînan.

Li gorî jêderên malpera "Sewt El Asîme" anku Dengê Paytextê, di encama bûyerê de kuştî û birîndar çêbûn.

(fr)