Li kaneke Sûdanê karesatek tenduristiyê; 23 kes mirin

Li kana Taqola ya li wîlayeta Kordofan a başûrê Sûdanê, 23 kes mirin û 145 kes birîndar bûn. Tê texmînkirin ku ew kes an ji ber bermahiyên kana siyanûr an jî şewba kolerayê mirin û birîndar bûn. Desthilatan jî tedbîrên lez girtin ku rewşê kontrol bikin.

Li kaneke Sûdanê karesatek tenduristiyê; 23 kes mirin
20 cotmeh, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku îro Komîteya Dij-Siyanûrê ya li wîlayeta Gadeer daye, di karesateke tenduristiyê ya li kanekê li wîlayeta Kordofanê ya başûrê Sûdanê de, 23 kesan jiyana xwe ji dest da û 145 jî birîndar bûn. 

Heta niha sedema mirinê bi awayekî zelal nehatiye destnîşankirin. Lê li gorî şopandinên destpêkê, gengazî heye ku ew kes bi bermahiyên siyanûrê jehrî bûne yan jî bi kolerayê ketibûn. Li gorî medyayên xwecihî jî, hin şîrketên metalê yên li Sûdanê madeya siyanûrê ya jehra xwe zêde ji bo derxistina zêr bi kar tînin. Ev yek jî avê û axê qirêj dike, zirarên mezin bi mirov û lawiran dike.

Li gorî komîteyê, şahidan aşkera kir ku li kana Teqola ya ku tê de madeya siyanûrê ya zehra xwe zêde ya ji bo derxistina zêr hatiye bikaranîn, rewşên navçûna giran çêbûne, bi wê re mirin û birîndar çêbûn.

Girêdayî mijarê, desthilata wîlayeta Talodî tedbîrên tenduristiyê yên lezgîn girtin; weke qedexeya ketin û derketina ji bajêr, û nexweşan veguhêzên Nexweşxaneya Talodî.

Li wîlayeta Gadeer jî, Komîteya Xizmetguzariyên Tenduristiyê rewşa awarte ragihand û desthilatên ewlehiyê qedexe kir ku erebe bermahiyên nabin Kalogî, da ku ev nexweşî venegire.

Çavkaniyekî tibî ji komîteyê re diyar kir ku li gorî navçûna giran û kesên ji ber wê dimirin, tê nîşandan ku ew bi kolerayê ketine.

(mh/fr)