Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir

Salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava ya 19‘ê Tîrmehê bi şahiyekê  li bajarê Dirbêsiyê hat pîrozkirin. Di şahiyê de soza parastina destkeftiyên şoreşê dan.

Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
20 tîrmeh, 2026   23:33
HESEKÊ

Şahî bi dirûşma "Bi rihê 19‘ê Tîrmehê em ê mafên gelê Kurd mîsoger bikin û Sûriyeya demokratîk bikin" li Parka Şehîd Zevîn hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Dirbêsiyê, tevî endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Asayîşê û tevgerên jin û ciwanan beşdar bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a PYD‘ê ya bajarê Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî. Ebîr di axaftina xwe de salvegera şoreşê pîroz kir û  bi bîr xist ku şoreş bi pêşengiya jin û ciwanan li Kobanê dest pê kir û belavî herêmên din ên Rojava bû.

Ebîr Hesen destnîşan kir ku tevî êriş û hewldanên têkbirin, şoreş bi saya rêxistinbûyîna civakê û rola ciwanan û berxwedana şervanan dewam dike.

Ebîr Hesen got, têkoşîna ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd û jinan di destûra Sûriyeyê dê bidome û banga xurtkirina rêxistinbûyînê, yekitî û parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Piştre Koma Şehîd Xebat a Tirbespiyê, hunermend Comerd û Selman Îbrahîm stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

(bb)

ANHA