Ciwan Seko: Ji bo bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû de yekitî pêwîst e

Ciwan Seko diyar kir ku yekitiya Kurdan yek ji pêwîstiyên qonaxa nû ya Sûriyeyê ye, ji bo dabînkirina mafên Kurdan di destûra nû de.

Ciwan Seko: Ji bo bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû de yekitî pêwîst e
9 ÇILE, 2025   07:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê Ciwan Seko diyar kir ku pêkanîna yekitiya Kurdan dê bibe alîkar ku dan û di standinên paşerojê yên li Sûriyeyê de giraniyeke Kurdan hebe.

Ciwan Seko got ew wek Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) amade ne ku piştgiriya hemû hewlên navneteweyî bikin ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî, ji ber ku di vê qonaxê de pêwîstiyeke lezgîn e ku divê kurd yek helwest bin.

Seko her wiha da zanîn ku şandeya fransî got ew ê bi Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re bişêwirin ji bo yekrêziyê û tevî çend caran hewl dan jî, lê heta niha ne diyar e ka dê ENKS qebûl bike yan na û got: “Her wiha kiryarên wan jî vê yekê nîşan didin, ew dibêjin em ê bi koalîsyonê re biçin Şamê, lê her kes dizane ku koalîsyon li ber bayê çû”.

Seko got derfeteke dîrokî heye ji bo ku ENKS ku bikare biryara xwe bide û tev li xebatên yekitiyê bibe û wiha dewam kir: "Heta niha em li benda wan in, hemû aliyên kurdî û kesayetên serbixwe û şandeyên navneteweyî hewl didin ENKS’ê razî bikin ku li xwe vegere û biryara xwe bide ku beşdarî yekitiya kurdî bibe.”

Seko ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema ku em bibin yek û hêza me ya siyasî di xizmeta gelê me de be, û em bi vê hêzê ber bi Şamê ve herin, ew ê hêzekê bide herêmên me ku ji niha ve giraniya herêmê heye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hêztir in, birêxistintirî ne, xwedî nav û deng in û hêzên navneteweyî jî xwe dispêrin wan. Dema ku QSD`ê li pişta me be, wê teqez doza me destkeftan bi dest bixe û yekitiya me dê bibe sedema ku em mafên xwe bi dest bixin.”

Ciwan Seko hêvî dike ENKS`ê li xwe vegere û bi tevgera siyasî ya kurdî re bibe yek.

Seko diyar kir ku ji sala 1920’an ve gelê Kurd ji destûrç hatiye dûrxistin û wiha got: “Ji wê demê heta niha Kurd û mafên wan ji 5 destûrên ku li Sûriyeyê hatine nivîsandin, hatine derxistin. Em bi hêvî ne ku ev tişt dubare nebe, û em bi yekîtiya xwe hebûna xwe di makezagonê de misoger bikin.”

(k)

ANHA