Gelê Kobanê: Em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bi dil û can silav dikin

Xelkê Kobanê berxwedan û piştevaniya xelkê Bakurê Kurdistanê ya ji bo Kobanê silav kir û got “Çawa ku gelê Bakur 2014`an li ser sînor piştgiriya Kobanê kir, va ye careke din piştgiriya Rojava dikin. Em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bi dil û can silav dikin.”

Gelê Kobanê: Em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bi dil û can silav dikin
9 ÇILE, 2025   05:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Çalakiya nobetê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 16’an de didome.

Têkildarî mijarê dayika bi navê Hisne Bozî û rêveberê Partiya Çep ê Kurd a Kobanê Kamîran Ismaîl Kenco ji ANHA`yê re nêrînên xwe anîn ziman.

Hisne Bozî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku ew heta dawiyê bi gelê xwe yê Bakur re ne û wiha dom kir: “Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê li ser sînor sekiniye û li wir çalakiya nobetê dike. Berxwedana wan a di roja 16`an de didome, ji dil de silav dikin.”

Hisne wiha pê de çû: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir, gelê Bakur li ser sînor çalakiya nobetê kir, ji bo ku piştgiriya gelê Rojava bike, lê va ye careke din li ser sînor e û çalakiya xwe dewam dike.”

Hisne Bozî destnîşan kir ku ji bo gelê Bakurê Kurdistanê çi wan were xwestin ew ê bê teredud bikin û got: “Çawa ku gelê Bakur piştgiriya me dike, em ji wan re dibêjin em ê jî heta dawiyê bi wan re bin û em wan bi tenê nahêlin, çi ji me were xwestin em ê bê teredud bikin.”

Kamîran Îsmaîl Kenco jî wiha axivî: “Em jî wek gelê Kobanê berxwedana gelê Bakur silav dikin û em jî ji wan re dibêjin em her tim bi were ne û em ê destê xwe bixin destê hev û desthilatdariyê û vî dijminê hov têk bibin.”

Îsmaîl Kenco anî ziman ku ew bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê re ne û ew ê her tim piştgiriya wan bikin û wiha got: “Em her tim serkeftinê ji gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê re dixwazin û em ê jî heta dawiyê piştgiriya wan bikin û kêlî bi kêlî bi wan re bin û em berxwedana wan a dîrokî bi dil û can silav dikin.”

ANHA